Qedrî Cemîl: mafên Kurdan li Sûrîyê mafên çandî û medenî ne

Qedrî Cemîl: mafên Kurdan li Sûrîyê mafên çandî û medenî ne

Serokê Platforma Mosko ya Opozîsyona Sûrîyê Qedrî Cemîl ragihand, mafên Kurdan li Sûrîyê mafên çandî û medenî ne û divê ew maf di nav Sûrîyan bi xwe de were çareserkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- - Serokê Platforma Mosko ya Opozîsyona Sûrîyê Qedrî Cemîl li Moskoyê ji K24 re ragihand, Divê destûra Sûrîyê demokratî be û mafên welatîbûn û wekhevîyê ji hemû welatîyên Sûrîyê re li ber çav bigire. Dema bi cidî behs li gotûbêjkirina destûrê tê kirin, pirsgirêkeke cidî heye, ew jî sîstema navendî û nenavend ji navçeyan re ye. Nenavendî anku divê mafên navçeyan bên dîyarkirin.

Qedrî Cemîl jî: Mafên Kurdan yên rewa û yên bi dirêjahîya dîrokê hatine xwarin, li Sûrîyê çandî û medenî ne. Mafên medenî, nimûneya wê ew e, dema di serjimêrîya awarte û şom a sala 1962an de hate kirin û di salên dawîyê de beşek mezin jê hat çareserkirin. Dimîne mijara yasayîkirina mafên çandî wek axaftin û fêrbûna zimanê dayikê û herwiha ragihandina bi zimanê dayikê, ev jî divê di navbera Sûrîyan de bê gotûbêjkirin ji bo dîtina çareserîyê jê re.

Herwiha got: Di bawerîya min de, pirsgirêka navçeyan li Sûrîyê, wek herêmên Kurd lê dijîn û navçeyên Horan û Dêrezarê, ji encama kêmbûna girîngîpêdana navend û hikûmetê bi van navçeyan e, ku rêgir bû li pêş pêşketina û geşedana wan.

Qedrî Cemîl li ser pirsa Komîta Destûrê dîyar kir, nerserketina danûstandin û civînên Komîteya Biçûk a Destûra Sûrîyê li Cenêv, ji ber wê sedemê bû, ku rêjîma Sûrîyê mercên sîyasî danîbûn. Herweha opozîsyon jî ji ber hebûna mercên sîyasî di bernameya kar de, ew gotûbêj red kir.

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin