Qedrî Cemîl: Federasyon ji bo Sûrîyê metirsî ye

Qedrî Cemîl: Federasyon ji bo Sûrîyê metirsî ye

Serokê Platforma Moskow a opopzîsyona Sûrî, Qedrî Cemîl li Moskowê bangawazî kir, ku bila Komîteya Destûrî ya Sûrî karê xwe êdî li Şamê, di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de bidomîne. Qedrî Cemîl herwiha got: "Federasyon ji bo Sûrîyê metirsî ye"

A+A-

Navenda Nûçeyan- Bi nêrîna Qedrî Cemîl,berpirsîyarîya bê encammana duyemîn civîna Komîteya Destûrî ya li Cenevê,dikeve ser stuyê hikumeta Şamê û hin alîyên opozîsyonê, ku xwestin rojeva civînê biguherînin û da zanîn, ku divê nûnertîya kurdan jî di Komîteya Destûrî de bê zêdekirin.

Derbarê mijarê de Serokê Platforma Moskow a Opozîsyona Sûrî Qedrî Cemîl ji Rûdawê re got: “Hemû hêzên sîyasî yên bakûr û rojhilatê Sûrî, divê di Komîteya Destûrî de bênetemsîlkirin. Lê pirsgirêka kurdî li Sûrî, pirsgirêkakulturî û hevwelatîbûnê ne, ku berê tunebûn. Federasyon ji bo Sûrîyêmetirsî ye, ji ber rê li ber parçebûnê vedike. Eger em mafên kulturî û  hevwelatîtîyê di Destûrê de biçespînin, em dê pirsgirêka Kurdan li Sûrî jî çareser bikin."

Xwezayî ye ku nêrîna Platforma Moskow a opozîsyona Sûrî, nikare ji nêrîna Kremlînê cudatir be. Ji xwe Mosokow jî, bi berdewamî di mijara maf û statuya Rojavayê Kurdistanê de topê davêje ber pîyên Şamê.

Şarezayê karûbarên Sûrîyê, karmendê Enstîtuya Rojhilatrzanî ya Rûsyayê professor Borîs Dolgovjî got: “Eger Kurd bi Şamê re li ser maf û daxwazên xwe yên otonomîyê lihevbikin û Şam jî garantîyê bide û hin belgeyan jî îmze bike, dê demê  pirsgirêk namîne. Û bê guman, tenê wê demê, Rûsya dikare rola garantorîya mafê kurdan hilgire ser stuyê xwe."

Moskow, her tim, damezrandina Komîteya Destûrî ya Sûrî, weke serkeftina sîyaseta xwe li Sûrî nîşan dida.Lê li gor nêrîna jêderên nêzîkî Kremlînê, damezrîna Komîteya Destûrî ji bo Moskow, tenê amrazek e, ji bo bidestxistina demê.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin