Qedexekirina peyva ‘Jîyan’ rastî nerazîbûnê hat

Qedexekirina peyva ‘Jîyan’ rastî nerazîbûnê hat

Piştî derket holê, peyva “Jîyan” li ser pergala Tora Agahdarkirinê ya Perwerdehîya Tirkîyê (EBA) hate qedexekirin, bikarhênerên medyaya civakî nerazîbûna xwe nîşan da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, mamosteyekî dema xwest, bi sistema oanline ya Tora Agahdarkirinê ya Perwerdehîya Tirkîyê-EBAyê, ji şagirta xwe ya bi navê Jîyan re, dersên li malê li ser bixebite bişîne, sistem wî asteng dike û hişyarîyîyê jê re dişîne.

Di hişyarîya Tora Agahdarkirinê ya Perwerdehîya Tirkîyê-EBAyê wiha te gotin: “Di nivîsa we de peywen neguncan an qedexe hene, lewma hûn nikarin tekstê bişînin.

Mamoste piştî ku zanî peywa weke qedexe ya hatîye destnîşakirin peyva “Jîyan”e navê şagirta xwe weke “J..yan” nivîsî dubarê dersên li malê li ser bixebite şand û vê care gihîşt şagirta wî.

Ev yek rastî nerazîbûna bikarhêrên medyaya civakî jî hat û di heyameke kurt de hashtaga #KurtçeyaSaygi (ji bo Kurdî rêz) bû rojev.

Hinek bikarhênerên twîtterê bi vî awayî nerazîbûn xwe anî ziman:

Zimanê Kurdî hebûna Kurda ye, rûmetê Kurda ye. Lê xwedî derkevin.

Zimanê me zimanek qedîm û dîrokî ye û xwedanê şaristanîyek mezin e.

"Jîyan" bi kurdî xweş e.

Zimanê me zimanek qedîm û dîrokî ye û xwedanê şaristanîyek mezin e.

Ez kurd hatim dinyayê, min xwe bi kurdî naskir, ez bi kurdî jîyam, min bi kurdî xeber dida, gohên min bi kurdî dibihîstin, mêjîyê min bi kurdî difikirî! Ez hebûm, ez heme û ez ê hebim.

Ku tu zimanê min nas nekî tu min jî nas nakî!!! Lê ez heme, ez bi zimanê xwe heme!!! Zimanê Kurdî, hebûna min e !!!

Ji alîyê din ve  Parlamentera HDPê ya Amedê Remzîye Tosun qedexekirina navê “Jîyan” a li ser EBAyê bir rojeva Parlamentoya Tirkîyê

Remzîye Tosun bi mebesta bersivdanê pêşnîyazpirsekê pêşkêşî Cîgirê Serokomarê Tirkîyê, Fuat Oktay kir.

Tosun di pêşnîyazpirsê xwe de dibêje: “Çima navê Jîyan qedexe ye?  Derbarê qedexeya navan de ti giştîname heye gelo?”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin