PYNK: Me bi hemû pêkhateyên Sûrîyê li ber xwe dane.

PYNK: Me bi hemû pêkhateyên Sûrîyê li ber xwe dane.

Partîyên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) derbarê hevtêgihiştina alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew hewl didin ku Kurd bibin xwedîyê yek helwestê û hewldanên wan jî di berjewendîyên tevahîya pêkhateyan de ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - PYNK derbarê danûstandinên ji bo yekrêzîya Kurdî yên ligel Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) dikin de daxuyanîyek belav kir û têde ragihand ku 16ê Hezîrana îsal lihevkirineke pêşîn di navbera PYNK û ENKSê de ji raya giştî re hate ragihandin.

Di daxuyanîya xwe de PYNK dibêje lihevkirin di şeklê xwe yê sereke de ji avakirina lêvegerke kurdî sîyasî pêk tê û armanca wê jî ew e ku Kurd mafên xwe yên destûrî bidest bixin û helwesta kurdî û nêrîna wê yên sîyasî li ser gelek mijaran bike yek.

PYNK tekez dike ku divê hemû danûstaninên, ji bo avakirina Sûrîyeke nû ya li gorî biryara Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254an be.

Di beşeke din a daxuyanîyê de tê gotin ku ew ew hewl didin helwesta Kurdî ya Sûrîyê bikin yek û wiha pê de diçe: “Ev lihevkirin bandorê li şeraketa heyî ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes nake. Ev lihevkirin di berjewendîyê tevahîya pêkhateyan de ye.”

PYNK herwiha amaje dike ku wan her tim di nava yekparçebûna Sûrîyê de hewl daye pirsa Kurd were çareserkirin û ji bo hemû dozan xwe bi hemû pêkhateyên Sûrîyê li ber xwe dane.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin