Putîn serdana Sûrîyê kir

Putîn serdana Sûrîyê kir

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn serdana paytexta Sûrîyê bajarê Şamê kir û ligel serokê wî welatî Beşdar Esed civîya.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitrîy Peskov ragihand Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Sûrîyê ye û li kolanên  Şamê gerîya ye û ew dê serdana çend bajarên din ên wî welatî jî bike.

Dmitrîy Peskov da zanîn ku Putîn û Esed civîyane û Putin ji Esed re gotîye ku wan gelek gavên baş ji bo avakirina û parastina yekîtîya axa Sûrîyê avêtine û Esed jî spasîya xwe ji Putin re pêşkêş kirîye ji bo alîkarîyên ku Rûsya pêşkêş kirine.

Herwiha Peskov ragihand ku dê Pûtîn sibe jî derbasî Tirkîyê bibe û beşdarî vekirina gaza siruştî ya Herka Tirk bibe.

Hevdîtina her u serokan li baregeha serbazî ya Rûsî pêk hate û herdu serokan guhdarîya raportên rayedarên leşkerî yên derbarê rewşa herêmê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin