Putin: Bi piştevanîya Kurdan em li Sûrîyê gihiştin serkevtinê

Putin: Bi piştevanîya Kurdan em li Sûrîyê gihiştin serkevtinê

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tekez kir ku ew bi piştevanîya Kurdan gihiştine destkevtên li Rojava û Sûrîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Nalçik ê wî welatî beşdarî, ‘Konseya Peywendîyên Di Navbera Grûpên Etnîk’ de bû.

Vladimir Putin derbarê peywendîyên Rûsya û Kurdan de got ku her tim, “peywendîyên me yên baş û dîrokî li gel Kurdan hebûne” û dîyar kir, “Ji xwe ew tişta ku li niha li sînorê Tirkîye û Sûrîyê hatîye bidestxistin bi piştevanîya wan û li gor berjewendîya wan birêve diçe.Vê yekê têdigihijin û ji dil nêzîk dibin.”

Serokê Rûsyayê got jî, “Li navçeyên Kurdî polîsê me yê leşkerî gelek baş tê pêşwazîkirin. Ji ber ku xelk dibîne artêşa Rûs ji bo parastina wan diçe û têdigihijin. Ev rastîyek e zelal e.”

Putin herwiha got ku ne muhîm e bê ka kî çi dibêje û got, “Lê ew têdigihijin ku ew ne peywndîdar in bi helwesta dezgehên fermî.”

Ev daxuyanîyên Putin di demekê de ku piştî vekişîna serbazên Amerîkayê û herwiha destpêkirina êrişa Tirkîyê bo ser Rojava, hêzên Rûsî li piranîya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê taybet jî li deverên sînorî belav bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin