PSK û PAK: Heta ku kurd û Kurdistan azad nebin ne mimkûn e li herêmê aştî û îstîqrar were înşakirin

PSK û PAK: Heta ku kurd û Kurdistan azad nebin ne mimkûn e li herêmê aştî û îstîqrar were înşakirin

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) û PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) ji medyayê û raya giştî re daxuyanîyeke hevpar belav kir.

A+A-

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) û PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) ji medyayê û raya giştî re daxuyanîyeke hevpar belav kir.

PSK û PAK di daxuyanîya hevpar de wiha gotin:

 

JI MEDYAYÊ Û JI RAYA GIŞTÎ RE

Li welatê me, li herêmê, li dinyayê, em ji demeke bûyerên girîng diqewimin derbas dibin. Vîrusa koronayê di demeke kin da li seranserê dinyayê belav bû û gihîşt nuxteyeke ku pêşeroja însanan tehdît dike. 

Mirinên ji ber vîrusa koronayê gihîştîye nêzî milyonekî  û jimara kesên ev nexweşî di wan gerîyaye hema hema gihîştîye 20 milyonî. Ji ber vê epîdemîya heta nuha emsalê wê tuneye, dinya kirîzeke aborî ya cidî dijî, bi milyonan însan ji karên xwe bûn û tevî ordîya bêkaran dibin.

Netîceyên epîdemîya koronaya ku dinya daye ber xwe li Tirkîyeyê, li Kurdistanê û li herêmê gihîştîye nuxteyeke hîn bi tahlûke. Îktîdara AKPê, ji dêlî ku li hemberî vê epîdemîyê programeke micadelê ya berfireh amede bike, sîyaseteke ku ji bo pêşeroja îktîdara xwe biparêze dimeşîne.

Ji ber sîyaseta îktîdarê ya rojane û bêîstîkrar mirinên ji ber vîrusa koronayê her roj zêde dibin, însan her roj zêdetir bi vê nexweşîyê dikevin.

Li Kurdistanê gelê me li hemberî vîrusa koronayê terkî qedera xwe hatîye kirin. Ji ber zêdebûna nexweşê koronayê li nexweşxaneyan cîh nayê dîtin, însan ji îmkanên tedawîyê mahrûm mane.

Li welatê me yê birçîbûn û feqîrî lê pir zêdeye, ji nuha da bi milyonan însanan karên xwe wenda kirine û mahkûmî birçîbûnî û hejarîyê bûne. 

Bi gotineke din ji ber vê epîdemîyê jîyana gelê me di bin xetereke mezin da ye. Divê em xisarên felakate korona bûye sebeb kêm bikin. 

Di vî warî da tiştê were kirin dibê gelê me bi şiklekî organize, bi zanîn û bi berpirsîyarî li qaîdeyên hîjyenê miqate be, rîayetê qaîdeyan bike û ji qelebalixên zêde dûr keve.

Odeyên Tabîban di serî da,  dibê rêxistinên meslegî û siwîl û sîyasî dest bidin hev û li hemberî epîdemîya koronayê seferberligê îlan bikin. Ji bo sihet, kar û jîyana civatê divê zextê bidin ser hukûmetê.

Di demeke ku dinya, welatê me û herêma me di bin tehdîda vîrusa koronayê da ye, li Tirkîyê hukûmeta mewcûd li hemberî gelê me şerekî mezin dimeşîne.

Dewleta Tirkîyeyê îro di mesela kurdû Kurdistanê  da di her warî da li hemberî kurdan sîyaseteke nîjadperest, şoven û êrîşkar dimeşîne.

Tabele û îşaretên kurdî tên qedexekirin, beşên kurdî yên di zanîngehan da bêfonksîyon tên hîştin mamosteyên kurdî nayên tayînkirin.

Dewleta Tirkîyeyê careke din li gelek herêmên Kurdistanê daristanan dişewitîne.

Dozên girtinê yên di heqê partîyên bi navê Kurdistanê da hatine vekirin, li hemberî tevgera kurd ya netewî wek Şûrê Demokles tê bikaranîn, mafê azadîya fikrî, xwe îfadekirinê û xwe organîzekirinê ji ortê tê rakirin. Tevgerên leşkerî yên ku bênabên têne meşandin li Kurdistanê jîyan kirîye dojeh. Rojek bêyî operasyonên sîyasî, girtin û tewqîfat derbas nabe.

Dewleta Tirkîyeyê êdî ne bakurê welatê me tenê, Kurdistan bi tevayî daye ber xwe û êrîşê dibe ser.

PKK, Parlamentoya Kurdistanê, hukûmetê û serokatîya meşrû, biryar û îradeya wan paş guh dike,  ji nedî ve tê û bi faalîyetên xwe yên li Kurdistana Başûr zirarê dide destkeftîyên Başûrê Kurdistana.

PKK bi çalakî û tevgerên xwe yên şaş yên li başûrê Kurdistanê, rê ji êrîşên Deleta Tirkîyeyê re xweştir dike, Dewleta Tirkîyeyê jî hebûna PKKê ji xwe ra dike bahane û sebebekî êrîşên xwe.

Êrîşên Deleta Tirkîyeyê yên li hemberî Herêma Kurdistanê hereketeke dagirkerîyê ya eşkereye. Di van êrîşên Tirkîyeyê da gelek kesan jîyana xwe jidest dane, gelek gund wêran bûne, bi hezaran însanî ji mecbûrî cîh û warên xwe terikandine. Bi van êrîşan, Dewleta Tirkîyeyê dixwaze Herêma Kursdistanê bêîstêkrar bike û  zirarê dide destkeftîyên dewleta federe. 

Divê li hemberî vê nêta Dewleta Tirkîyeyê ya dagirker helwest bê girtin. Hukûmeta Herêma Kurdistanê, aktorên sîyasî û hêzên civatê hemû divê li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. 

Hukûmeta Îraqê, Dewletên Ereban, Neteweyên Yekgirtî, Yekitîya Ewrûpayê, NATO û hêzên navnetewî yên têkildar, divê êdî li hemberî van êrîşên Tirkîyeyê şêla xwe baş zelal bikin.

Dewleta Tirkîyeyê, dewletên herêmî gişt û hêzên navnetewî, PKK û hemû hêzên leşkerî , divê rêzê li hebûn, biryar û îradeya fermî û  meşrû ya Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin. 

Tirkîye li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên xwe yên antî kurd û dagirker dimeşîne. Ji Efrîna di bin dagirkerîya Dewleta Tirkîyeyê da ye,  însan tên revandin û tên kuştin, dest didin ser mal û milkên kurdan, kurd ji cîh û warên xwe tên qewirandin, dewlemendîyên herêmê tên talankrin û dizîn. 

Ji bo ku dawî li vê zulmê, şêlandinê û dagirkerîyê were, hewcedarîya kurdan bi yekîtîya netewî heye.

Li Rojavayê Kurdistanê di navbeyna ENKSê û PYNKê da, li ser esasê Mutabaqata Duhokê ya sala 2014an hewildaneke tifaqê destpê bûye û ev hewldan  hêvîdar e.

Partîyên di yên li derveyî  ENKSê û PYNKê jî beşdarî vê tifaqê bibin ewê yekîtîya netewî, demokratîk qewîtir bibe. Li rojavayê welatê me  serkeftina gelê me ancax bi yekîtîyeke saxlem û bi alîkarîyeke aktîf ya navnetewî mimkûn e. 

Heger îktîdara sîyasî ya Dewleta Tirkîyeyê, îro li Lîbyayê, li Derya Sipî, li Egeyê, li Kafkasan sîyaseteke hişk û êrîşkar dimeşîne, ji sebebên herî mezin yê ku cesaretê dide Dewleta Tirkîyeyê yek jî bêdengîya hêzên navnetewî ya li hemberî Tirkîyê ye; dema Tirkyê bêfutûr êrîşî kurdan kir van hêzan li hemberî Tirkîyê bêdeng man. Di vî warî da divê zêde dereng neyê mayin. Civata navnetewî, di serî da jî Neteweyên Yekgirtî divê bendekê bikşînin ber emelên Dewleta Tirkîyeyê  yên êrîşkar û dagirker. 

Em bang li Dewleta Tirkîyeyê dikin, divê sîyaseta xwe ya şer û antî-kurd biterikîne, bi hemû partîyên kurdan  ra rê li ber çareserîyeke sîyasî, demokratîk veke. 

Em bang li PKKê dikin, divê dev ji vê şîdeta ku zirarê dide gelê me, dev ji van tevgerên çekdarî berde.

Partîyên me, îdamkirina xortên kurd yên ji alîyê Dewleta Îranê ve, sîyaseta îmhayê ya ku Dewleta Îranê li li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî gelê me dimeşîne, êrîşên wê yên leşkerî  şermezar dike.

Hemû pêşketinên li herêmê û dinyayê mesela kurd û Kurdistanê aktuel kirîye. Heta ku miletê kurd negihîje azadîya xwe, heta ku gelê me li welatê xwe Kurdistanê xwe îdare neke, ne mimkûn e li herêmê aştî, demokrasî û zemîneke adîlane peyda bibe.

Gelê me bi tecrûbeya xwe ya ji dîrokê tê û bi zanîna xwe,  heta ku bigihîje azadîya xwe, ewê têkoşÎna  xwe bi ezmeke mezin bidomîne. Ji bo vê jî di serî da wezîfe dikeve ser milên  hêzên netewî. Berê li her perçeyî dibê hêzên welatparêz hêzên xwe bi yek in, di eyn wextê da jî dibê li tevahîya Kurdistanê hêzên azadîxwaz giş ji bo ku destkeftîyên hene biparêzin, jibo rêya zadîyê xurtir bikin, di nava hevkarîyê da bin, destegê bidin hev,  alîkarîya hev bikin, bi hişmendîyeke netewî, niştimanî tevbigerin.

Em divê qet bêhêvî nebin.

Emê miheqaq qezenc bikin.

18.08.2020

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin