Posteya Belçîkayê biryara çapkirina 2 pûlên din ên Kurdistanê da

Posteya Belçîkayê biryara çapkirina 2 pûlên din ên Kurdistanê da

.

A+A-

 Saziya posteyê ya dewleta Belçîkayê (Bpost) piştî çapkirina pûlên bi Ala Kurdistanê biryara çapkirina 2 pûlên din ên bi dîmenên Kurdistanê da.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Ewropayê Dilawer Ajgeyî derbarê mijarê de daye xuyakirin, beriya niha wan li ser çapkirina pûlên bi Ala Kurdistanê hevdîtin bi Bpostê re kirine û destûr hatiye dayîn ku niha jî ji bo dîmenên 2 deverên tûrîstîk ên Herêma Kurdistanê wan daxwaza çapkirina pûlan kiriye.


Hat diyarkirin ku yek ji wan pûlan wêneyê devera Gumê Fêlaw a herêma Balekayetî ya Çoman a Hewlêrê ye ku pûla wê gihîştiye ber destê wan.

Ajgeyî ji K24ê re daye xuyakirin,  “Ev hewldaneke medenî ye û bi vî awayî em peyama xwe digihînin gelên Ewropayê. Herwiha peyameke siyasî ye jî.”

Berpirsê Konsûlxaneya ê Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Ako Heme Ferec derbarê mijara pûlan de gotiye, şandina nameyan bi pûlên alên Kurdistanê ji bo wan cihê bexwtewariyê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin