Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan   

Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan  

.

A+A-

Polîsên ku li Taxa Bayindirlikê bê ser û ber gule berda derdorê, bi çekê li ciwanekê dan. 
 
Li Taxa Bayindirlikê ya Êlihê, polîsan li ciwanekî ku navê wî nehat zanîn dan. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin polîsan xwest ku ciwanê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û ji bo îmzeyê neçûye qereqolê binçav bikin. Di navbera polîsên ku çûn pêş mala ciwan û malbata wî de niqaş derket. 
 
BI QONTAXA ÇEKÊ LI SERÊ WÎ DA

 
Di dîmenên ku bi ajansa me re hatin parvekirin de ji du polîsên ku di destê wan de çek heye yek guleyekê ber dide. Heman polîs pehnekê li ciwan da û bi qontaxa çekê li serê wî dide. Tê dîtin ku li ser berteka jinekê polîs bi paş ve diçe. Ciwanê ku polîsan bi qontaxa çekê li serê wî dan û birîndar kirin, dûre hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin