Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand

Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand

.

A+A-

Li navçeya Serêkaniyê polîs, li ciwanê xebatkarê înternetê ku bi xeletî pêl li zingila derî wî kir da û lingê wî şikand. Polîs F.Ç., li gef li wî ciwanî xwar û du xizmên wî jî dan binçavkirin. 

Polîsekî, li Mûstafa Bektaş ê li navçeya Serêkaniya Rihayê di karê înternetê de dixebite da û gefa kuştinê lê xwar. Li gorî îdiayan piştî li avahiyeke li Taxa 15’ê Tîrmehê ya navenda navçeyê pirsgirêka înternetê derket, Bektaş ê ji bo tamîrê çû bi xeletî pêl li zingila deriyê polîs F.Ç. kir. Ligel ku Bektaş ji bo xeletiyê “lêborîn jî xwestiye” jî F.Ç. heqaret lê kirine û bi gotina “ez polîs im ez ê berdim serê te” lê daye. Bektaş ê di encama lêdanê de lingê wî şikest rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. 

Dûre 2 xizmên Bektaş ên hatin nexweşxaneyê ji ber bi polîsan re ketin nîqaşê bi hêceta “li dijî polîsan derketine” hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Hat diyarkirin ku Bektaş ê li nexweşxaneyê dermankirina wî didome wê emeliyat bibe û pişt re derbarê F.Ç. de gilî bike. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin