Plana Îranê bo Rojhilatê Firatê

Plana Îranê bo Rojhilatê Firatê

Rêveberîya Xweser dibêje, Hikûmeta Sûrîyê li ser asta rêveberîyên xwecihî gotûbêjan dike, lê ew dixwazin ku guhertineke bingehîn li navçeyê hebe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gel ku danûstandinan di navbera Rêveberîya Xweser û hikûmeta Sûrîyê de bûye rojev û Rûsya hewl dide herdu alîyan nêzîkî hev bike, Îran mijûlî planeke din e û bi gotina şirovekarekî sîyasî, Îran niha hewla avakirina artêşekê li herêma Rojhilatê Firatê dide, daku Amerîkayê ji herêmê derxîne.

Mijara danûstandinan di navbera Rêveberîya Xweser û hikûmeta Sûrîyê de ketîye rojevê. Hikûmeta Sûrîyê tekez li ser destûra sala 2012ê, wek bingeha danûstandinan dike, lê Rêveberîya Xweser û HSD jî dibêjin, ev yek ne bes e û têra taybetmendîyên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê nake, ji ber ku rewş ji sala 2012an cuda ye.

Rêveberîya Xweser dibêje, Hikûmeta Sûrîyê li ser asta rêveberîyên xwecihî gotûbêjan dike, lê ew dixwazin ku guhertineke bingehîn li navçeyê hebe.

Şirovekar jî dibêjin, Îran li dijî planên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê kar dike, û niha milîsên nihênî li navçeyê çê dike, daku pêgeha Îranê li herêmê bihêz bibe.

Garantîya Rûsî ji bo danûstandinan xaleke bihêz ji bo misogerkirina serkeftina her rêkfetinekê ye, lê heya niha Rûsya bi xwe jî tu berdelên lojîkî ji bo herdu alîyan pêşkêş nekirîye.

Seroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed dibêje:“Rêveberîya herêmî dimînê rêveberîya herêmî di çarçoveya  xizmetguzarîyan de, tiştên ji me re pêwîst e guhertinek mezin û berfireh be. Cardin yekbûna axa Sûrîyê bê parstin û guhartinên cedî çêbibin.”

Di gel arambûna tona daxuyanîyên alîyên cuda yên Kurdî, Sûrî bi giştî û hêzên navdewletî yên peywendîdar, wezîrên derve yên Rûsya û Îranêê li Moskowê dicivin û mijarên sereke ku behs dikin Sûrîye û bi taybetî jî Rojhilatê Firatê ye.

Di demekê de ku Rûsya dixwaze ezmûna feyleqê pêncan a li başûrê Sûrîyê di gel HSDê bi cih bike û wan tevlî artêşa Sûrîyê bike, Îran dûr ji van bizavan, berîya çend rojan pêşwazî li beşek ji serokhozên Ereb ên Rojhilatê Firatê kir û kar li ser avakirina hêzeke li dijî Amerîkayê û ji bo girêdana Sûrîyê bi Iraqê ve dike.

Şirovekarê Sîyasî, Dr.Ferîd Sedûn di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Pîlanek Amerîkîyan heye ku Îranê ji vir dûr bixin, û rê di navbera Rojhilatê Firatê û heta bihigin Tinfê heta Xelîc el Eqebe de vebe, ji ber wê jî dê Iran xirabîyên mezin li deverê bike, niha destpê kirîye daku artêşekê li vir ava bike.”

Amerîka, Rûsya û Îran jî gihiştine wê bawerîyê ku rewşa Rojhilatê Firatê bi vî awayî berdewam nabe û divê bi çareserîya sîyasî ve bê girêdan û heta HSDê di proseya sîyasî de bê qebûlkirin divê li gel ENKSê rêk bikeve, daku têkeve rêzên opozisyonê yan jî tev li gel hikûmeta Sûrîyê rêk bikevin, daku li ser pişka Şamê tevlî danûstandinan bibin.

Bêguman hebûna hêzeke navdewletî ji bo rêkeftinê garantîya serkeftinê dide, lê di heman demê de her gerentîkarek jî dê çarserîyê li gor wazên xwe bajo.

 

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin