PKK, Heşda Şeibî û Îranê li ser Şingalê li hev kirin

PKK, Heşda Şeibî û Îranê li ser Şingalê li hev kirin

.

A+A-

Civînek di navbera nûnerên PKK, nûnerên Heşda Şeibî û efserên ji Pasdarên Îranê de hate kirin. 

Piştî civîneke di navbera nûnerên PKK, nûnerên Heşda Şeibî û efserên ji Pasdarên Îranê, Heşda Şeibî biryar da çek û pêwîstiyên leşkerî bide PKKê û riya di navbera Şingal û Hesekê de veke û desthilatdariya PKKê li Şingalê zêde bike.

Malpera “arabicpost” li ser zarê jêderên ku di civînê de beşdar bûne belav kir, di dawiya hefteya borî de li Şingalê civînek di navbera nûnerên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YPŞ), nûnerên grûpa Nuceba ya ser bi Heşda Şeibî ve û efserên ji Pasdarên Îranê de hat kirin. Di civînê de serkirdeyê di Hizbulaha Lubnanî de Mihemed Kewseranî amade bû ku berî çend rojan ji civînê serdana Tehranê kiribû.

Dan zanîn, “Piştî civînêHeşda Şeibî biryar daye ji Şingalê dernekeve û kesên di civînê de beşdar bûne biryar dan grûpa Nuceba û PKKê herêma başûrê Şingalê bi cih bibin”. Ev jî li dijî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li asayîkirina rewşa Şingalê ye.

Derbarê biçekkirina endamên PKKê yên Şingalê, diyar kirin, “Roja piştî civînê, mûşekên 107 m.m yên ji Îranî hatine û hin çebilxane ji PKKê re hatin.”

Her gotin jî: "Me li hev kir ku alîkariya PKK'ê li hemberî êrîşên Tirkiyê bikin û em nehêlin DAIŞ êrîşên Tirkiyê bi kar bîne û careke din bikeve nava Şengalê.”

Li gor wan jêderan, “Yek ji biryarên girîng ên civînê ew bû, rêyên ku PKKê di navbera Sûriye û Iraqê de bi kar tînê û bi taybet riya Heseke – Şingal bê ji aliyê PKK û Heşda Şeibî ve misogerkirin, ji ber ku Şingal devereke stratejî e û Amerîkî wê deverê ji bo lêdana Heşda Şeibî bi kar tîne”

Got in: “Aliyên civînê li hev kirin, Mexmûr di destê çekdarên PKKê de be, zêdetir hêzên PKKê li Mexmûrê ferz bikin û zêdetir jî alîkariya çekdarên wê yên li deverê bikin.”

Ev Hewldanên PKK û Heşda Şeibî bûne sedema dilgiraniya Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî piştî rêkeftina navbera her du aliyan ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û derkirina komên çekdar yên neyasayî ji Şingalê û vegerandina xelkê wê û avadankirina wê.

Jêderekî ji îstîxbarata Iraqê jî ragihand, armanc ji rêkeftina Şingalê, rizgarkirin gelê herêmî ji komên çekdar ên nêzî Îranê û PKK'ê û asayîkirina rewşa deverê bû, lê ya ku rû dide berûvajî wê rêkeftinê ye, li şûna ku herêmê vala bikin, komên çekdaran hewl didin Şengalê bi temamî kontrol bikin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin