Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne

Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne

Piştî UNESCO'yê ji bo navçeya dîrokî Sûrê rapora ÇED'ê xwest Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê jî tev gerîya û hewl da qedexe, rûxandin û pêkanînên li navçeyê ên ji sala 2015'an heya niha hatine kirin li mewzûatê bîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya dîrokî Sûr a Amedê ku di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye, qedexeya derketina derve ya li di 2'yê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin hê jî li taxên wê; Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê didome. UNESCO'yê jî ji Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê ji bo Sûrê rapora nirxandina hawirdorîyê (ÇED) xwest. 

 

Bi hinceta li ber rûxandin û pêkanînên ji sala 2015'an ve li Sûrê diqewimin xwe li guhnedêrîyê danîbû gelek derdoran UNESC'oyê rexne kiribû û UNESCO jî piştî 4 salan di malpera xwe ya înternetê de raporek parve kiribû. Di raporê de hatibû dîyarkirin ku Tirkîyeyê der barê avakirina li herêmê de agahî pê re parve nekirine û bang kiribû ku xebatên li Sûrê tên kirin bên rawestandin. UNESCO'yê ji bo vê ji Tirkîyeyê der barê hemû projeyan de rapora ÇED'ê xwestibû. Piştî vê Komîteya UNESCO'yê ya Tirkîyeyê ji Wezareta Hawirdor û Bajarsazîyê xwest der barê Sûrê û Baxçeyên Hevselê de raporekê amade bike. 

 

Piştî vê wezaretê jî ji akademîsyenan heyetek amade kir û şand Amedê. Heyet, ev çar roj in li Sûr û Baxçeyên Hevselê lêkolîna dike. Di çarçoveya lêkolîn û çavdêrîyan de bi hin sazîyên fermî yên li bajêr re hevdîtin pêk anîn. Hat hînbûn ku pişt, lêkolîn û çavdêrîyan wê rapor bê amadekirin û di ser wezaretê re berpêşî UNESCO'yê bê kirin. Her wiha Midûrîyeta Hawirdor û Bajarsazîyê ya Bajêr jî ji bo heyeta UNESCO'yê ku dê bê bajêr raporeke cuda amade kirîye. Heyeta UNESCO'yê wê di meha Nîsanê de bihata Amedê lê belê ji ber vîrûsa coronayê serdana xwe taloq kiribû. 

 

Di sala 2016'an de Desteya Wezîran ji sedî 70'ê navçeya Sûrê wekî qada birîsk îlan kiribû û 6 hezar û 300 parsêlên wê di bin navê "îstimlaqkirina lezgîn" îstimlaq kir. Di vê çaçroveyê de pêşî Taxa Alîpaşa û Lalebeyê hat xerakirin. Wezareta ku Plana Îmarê ya Parastina Sûrê guherand û rapora ji bo nirxandina mîrateyçn dîrokî amade nekir, piştî çar salan niha hewl dide pêkanînên xwe li mewzûatê bîne. 

 

MA / Lezgîn Akdenîz

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin