Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî

Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî

Piştî mirina Alî El Hemdan ê Sûrîyeyê ku ji alîyê polîs ve hat kuştin, 7 sal şûnde nû hemwelatîbûn dan malbata wî.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Taxa Sucuzade ya Navçeya Seyhan a Edeneyê, polîsan di 27’ê Nîsana 2020’an ciwanê 17 salî Alî El Hemdanî bi hinceta 'Li hişyarîya raweste' guhdar nekirîye ji pişt ve gule berdanê û kuştin. Polîs F.K. rojek şûnde sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê yê Edenê hatibû kirin û ji ber sûcê “bi zanebûn kuştinê” hatibû girtin û wî şandibûn girtîgehê.

 

Polîs F.K., mîna hemû faîlên dosyayên dişibîn vê bûyerê, xwe bi van gotinan parastibû: “Min tenê xwest ez wî bigirim. Ez pir xemgînim. Bi şaşî gule ber çekê ket. Destê min bi şaşî ket ser tetîkê. Ji bo ku ez gule berdem esman min kir destê xwe. Ez terpilîm, ketim erde, westîyabûm û bi rojîbûm. Ji ber vê bûyerek wiha rû da. Teqez zarok ne dimeşî. Dema ez dîtim revîya. Min jî bera wî da. Ne raste ku min raste rast gule berda zarok. Ez nêrînên şahidan qebûl ankim.”

 

Malbata Hemdan li bajarê Helep ê Sûrîyeyê dikandarî dikirin û bi vî awayî debara xwe dikirin. Malbat, ji ber şerê navxweyî berî 7 salan koçî Edenê dikin. Hemdan bi bavê xwe du dayikên û 17 xwişk û birayên xwe re bi destûra rûniştina demî li Edenê rûdiştin. Bavê Hemdan ne dixebitî. Alî El Hemdan û birayên xwe dixebitin, lê bi tu awayî nasnameya wan tune bû.

 

MALBAT DI DORPÊÇÊ DEYE

 

Ji ber ku faîlê bûyerê polîs bû, di serî de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Walîtîya Edenê û Serokê AKP’ê yê Edenê li malbata Hemdan gerîyan û hewl dan li ser bûyerê bigirin. Ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) şîna Hemdan nehat kirin û burokrasîya dewletê her roj malbata Hemdan zîyaret kirin. Polîsan 3 roja mala Hemdanî di dorpêçê de hiştin.

 

ERDOGAN FERMAN ‘HEMWELATÎBÛNÊ’ DA

 

 

Erdogan di 29’ê Nîsana 2020’an de li bavê Hemdan Adnan Hemdan bi telefonê gerîya û wiha jê re gott: “Çi pêwîste be emê bikin. Bila divê mijarê de qet gumana we tunebe. Alî zarokê me ye jî. Çend zarokên te hene? Gelo we ji bo hemwelatîyê serlêdan kirîye. Bila di vir de kêmasî çênebe.” Piştî hevdîtinê hatibû dîyar kirin ku Erdogan ferman daye ku hemwelatîbûn ji bo ferdên malbatê bê dayîn û ji bo 2 kesên malbatê jî maeş bê girêdan. Malbata ku berî 7 salan serlêdan kiribû û bersiv ji bo serlêdana wan nehatibû dayîn, bi fermana Erdogan di heman rojê de hemwelatî ji bo ferdên malbatê tê dayîn.

 

WÊ SER BÛYERÊ BIGIRIN

 

Welatîyên li taxa malbata Hemdan rûdinin, dîyar kirin ku dewlet dixwaze bi vî wayî s er bûyerê bigire û ji bo vê destûr nayê dayîn ku kes biçe malbatê bibine. Niştecihên taxê, da zanîn ku wê ev bûyer jî mîna hemû bûyerên din ser bêgirtin û polîsê sûcdar jî ji girtîgehê bê berdan.

 

MA / Hamdullah Kesen

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin