Piştî alozîyan, Rûsa û Tirkîyê gereke çavdêrîyê li Idlibê kir

Piştî alozîyan, Rûsa û Tirkîyê gereke çavdêrîyê li Idlibê kir

Piştî alozî û pevçûnên 2 rojan, Hêzên Rûsî û Tirkî îro gereke çavdêrîya hevbeş li ser rîya navdewletî M4 li başûrê Idlibê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê li twittera xwe belav kir, îro Polîsên Serbazî yên Rûsyayê û hêzeke Tirkîyê geleke hevbeş li Idlibê li ser rîya M4 birêve birin.

Amaje bi wê jî da, ev gera hevbeş a şeşmîn e ku li Idlibê tê kirin. Hêzên esmanî jî di wê gerê de beşdar bûn.

Ji pêr ve û ji bo birêvebirina gereke çavdêrîya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li Idlibê, Tirkîyê hêzeke mezin li ser rîya M4 kom kir û xwast komên axê ji ser rê rake û xelkê ji hatina hêzên Rûsî nerazî ne belav bike.

Lê alozî û pevçûn di navbera xelkê nerazî û grûpa Desteya Tehrîr El Şamê ji alîyekî û hêzên Tirkî ji alîyekî din ve derketin, di encamê de 4 çekdarên Desteya El Şamê hatin kuştin. Herwiha wê grûpên jî êrîşî xaleke çavdêrîyê ya Tirkîyê kiribû û hat ragihandin ku hejmarek ji serbazê Tirkîyê birîndar bûbûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin