Piştgirên PAKê Li Ewrûpa: Ji Bo Parastina Jiyana Mirovî Îsal Jenosîda Helebçeyê Bi Girseyî Nayê Bibîranîn

Piştgirên PAKê Li Ewrûpa: Ji Bo Parastina Jiyana Mirovî Îsal Jenosîda Helebçeyê Bi Girseyî Nayê Bibîranîn

Piştgirên PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) li Ewrûpa di derheqê bîranîna jenosîda Helebçeyê de daxûyanîyek belav kir.

A+A-

Piştgirên PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) li Ewrûpa di derheqê bîranîna jenosîda Helebçeyê de daxûyanîyek belav kir.

Di daxûyanîyê de wiha hat gotin:

“Li ser Jenosîda Helebçeyê 32 sal derbas bû. Piştî sala 1988an her sal li her cîgahê ku Kurd lê dijîn rengek bi renga her 16ê Adarê, Jenosîda Helebçeyê hatiye bibîranîn.

Helebçe ji bo me kurdan sûretê rastîya bêkesîya me ye. Sûretê xedarî û nemirovîya dagirkerên welatê me ye. Di heman demê de sûretê tirsa dagirkerên welatê me ya ji têkoşîna me ye. Helebçe sûretê qetla mirovahîyê, durûtiya dinya îslamî, durûtiya nirxên mirovatîyê ya sîstema sosyalîst û ya dinya rojava ye.

Di rojekê û di nav çend saetan de bajarekî bi hemû niştecîyên xwe, bi mêr û jin, bi pîr û kal, bi zarok û ciwanên xwe 5000 can bi çekên kîmyayî hatin qetilkirin. Li kolanan jiyan nema, li dibistanan tu xwendevanên zindî neman, li hewşan dengê tu dîk û mirîşkan nema derket. Di kolanan de reyandina segan hat birîn. Çûkên li asîmanên Helepçeyê difiriyan neman. Ne tenê bajarek hat qetilikirin, herweha mirovîtî jî qetil bibû.

Her wekî li welat, li her bajarê ku Kurd lê dijîn yê Ewrûpayê jî Helebçe bi girseyî heta nuha her sal hatiye bibîranîn. Lê îsal ji ber vîrusa coronayê ji bo zêde mirov pê nekevin û jiyana xwe ji dest nedin li hemû Ewrûpayê civînên bibîranîna Helepçeyê hatine rawestandin.

Çi kontrast e ji bo parastina jiyanê, bibîranîna qetilkirina Helepçeyîyan emê îsal bi civîn û mitîng û çalakîyan nakin. Di eslê xwe de ev ne kontrast e, berevajîyê wî ev ruhê pak yê têkoşîna gelê Kurdistanê ye.

Em bi van hestan Jenosîda Helebçeyê bibîrtînin û sersaxiyê ji hemû miletên ji ber nexweşîna Coronayê ku ferdên wan jiyana xwe ji dest dane, dixwazin.

Em bangî hemû mirovên cîhanê dikin ku, xwe û dor û bera xwe ji Vîrusa Coronayê biparêzin, tedbîrên pêwîst bigirin.”
16.03.2020

PAK-Ewrûpa
Piştgirên PAKê li Ewrûpa

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin