Pisporekî Destûra Iraqê: Piştguhxistina her pêkhateyeka Iraqê rewşê xirab dike

Pisporekî Destûra Iraqê: Piştguhxistina her pêkhateyeka Iraqê rewşê xirab dike

Pisporekî Destûra Iraqê dibêje, Iraq ji sê pêkhateyên serekî pêk hatîye, eger her yek ji wan pêkhateyan were piştguhxistin, aramîya Iraqê namîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Pisporê Destûra Iraqê, Dr. Tariq Gerdî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û şirîkatîya kurdan di wê hikûmetê de ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, Iraq ji sê pêkhateyên serekî pêk hatîye; kurd, şîe û sunnî. Her çi qas şîe piranî ne lê dîsa jî eger yek ji wan pêkhateyan were piştguhxistin, aramîya Iraqê namîne.

Dr. Tariq Gerdî her wiha gotîye, ji ber ku Iraqa niha li ser bingehê lihevkirin û rêkeftina wan her sê pêkhateyan hatîye avakirin, eger ew rêkeftin xirab bibe wê çaxê rewşa Iraqê jî aloz dibe.

Wî pisporê Destûra Iraqê daye xuyakirin ku Herêma Kurdistanê xwedan şert û mercên taybet e çimkî herêmeka federal e û xwedan dezgeh û hikûmeta xwe ye, kes nikare mîna parêzgeheka normal binirxîne û reftar bike.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin