Pirsa Yekîtî û Hevkarîyê

Pirsa Yekîtî û Hevkarîyê

Berîya her tiştî divê Kurdperwer, kes, rêxistin, komel, partî, sazî fêrî hevbeşî û fedakarîyê bibin. Bêyî hevbeşî û fedakarîyê doza welat nikare li ser bingehekî saxlam pêş de biçe. Em hemû bi hevdû re di keştîyekê de ne, weke Kurd çarenivîsa me yek e.

A+A-

ŞEREFXAN CİZÎRÎ

Tevgera Kurdperwer di nava xwe de pirsa yekîtî û hevkarîyê niqaş dike. Ev ne cara yekemin e ku ev pirs tê nîqaşkirin. Li nîqaşên pencî salên dawî temaşe bikin û hûnê vê mijarê hergav di rojeva Kurdan de bibînin. Di bingehê xwe de tiştekî nû, nêzikbûneke cüda, encameke erenî heta nûha derneketîyê meydanê. Di pirsa yekîtî û hevkarîyê de gelek projeyên me qurmiçî mane. Em li dora pirsgirêkan diçin û tê, lê bi dildarî fikir û raman jî nayêne pêşkêşkirin. Tecrubeyên negatif hîna jî dewra xwe dileyîzin. Negativizm bûyê kospek pir sext li himberî fikir û ramanên yekîtî û hevkarîyê.

Berîya her tiştî divê Kurdperwer, kes, rêxistin, komel, partî, sazî fêrî hevbeşî û fedakarîyê bibin. Bêyî hevbeşî û fedakarîyê doza welat nikare li ser bingehekî saxlam pêş de biçe. Em hemû bi hevdû re di keştîyekê de ne, weke Kurd çarenivîsa me yek e. Divê em bi hevdû re hewl bidin ku em xwe ji tecrubêyên tehl rizgar bikin û bikevin nava koma miletên hemdemî.Ji bona pêşeroja welatê xwe divê em derîyêkî nû di doza Kurdan de vekin.

Divê em jibîrnekin ku Kurd li Rojhilata Navîn bı canbazên sîyasetê re, bi mentalîta dagirkerîyê re, bi mîrata imparatorîyan re, bi zulma dewletên serdest re, bi sermaya gerdûnî re, bi berjewendîyên navnetewî re berberîyê dike. Berxwedana me divê van rastîyan baş li ber çavên raxînê û çareserîyên hevbeş derxînê pêş.

Ji ber van rastîyan jî hewcedarîya Kurdan bi yekîtî û hevkarîyê heye…

Heke ku em ne bi hevdûrebin, emê yek bi yek têk biçin.Ev rastî bûye barek û ketîyê stûyê me. Kesên ku vê rastîya civakî di nava Kurdan de gelek caran dubare nekirîne hene gelo? Baş e, wê gavê çima em pêwîstîyê vê rastîya civakî ku hergav tê dubare kirin bi cîh nayînin, çima em derzan ji dîrok û sîyaseta civaka xwe dernaxînin? Çima em bi hevdû re li çareserîyên hevbeş nagerin?

Ma em Kurd fahmkorî bûne, ma em Kurd bêaqilbûne? Ma axa cebana bi ser Kurdan de barîya ye?

Belê, listikên bîçûk, ezezîtî, mentalita grubî gelek carak nahele ku pirsgirêk piralî werin nîqaşkirin. Em bi hevdû re ketine nava gerînekek negatîf, xesandîbûne û weke Derweşên Mevlana li dora xwe dizîvirin. Tecrûbeyên tehl, bahwerî û amintîya ku têçûye, berjewendîyên şexsî, maqam û postên ku bûne kosp û li himberî doza Kurdan rawestîya ne, rê nadin ku tevgerên sîyasî bi rêbazên nû pirsa hevkarî û yekîtîyê nîqaş bikin. Em bi gelek haweyan di cihê xwe de qerimî ne, em ne afirîner in û em li ser hekên xerabe kurk ketine!

Divê em vê konaxa malkambax bi hevdû re derbas bikin û pelêkî nu di pirsa yekitî û hevkarîya Kurdan de vekin.

Yên ku xwedîyê mîrateyek negatîfin, em dizanin ku ji xwe re dinyayeke gewrik avakirine. Di rastîya civaka Kurdan de, di wan dîtinên teorîk û xeyalî de, dinyaya gewrik iflas kirîye. Mirovên vê dinyayêbihêsanî nikarin ji qalibê xwe derbikeve.Ev ji rastîyeke psîkolojîk û pratik e.

Mirov dikare bibêje; nefsbiçûkî li cem wan mirovan nemaye. Ew hergav di civaka Kurdan de pozbilindîyê dikin. Ji sîya xwe re dibêjin; bi wirde here! Bahwer dikin ku Dinya û pirsa Kurdan tenê li dora wana dizîvir e, xwe weke navenda her tiştî dibînin, hemû bûyerên pozitîf li Kurdistanê bi xwe destpêdikin, felsefa nîhîlîzmê dikin û hemû xerabî ji bûnê taybetmendîyên mirovên ku bi wana re tevger nekirine. Di pirsa hevkarî û yekîtîyê de tu gunehê wana tüneye, yên ku gunehkar in hercar li derveyî koma wana ne. Ew bi tenê pir pak û paqijin, bêqisûr in!

Divê mirov bi hest û ramanên netewperwerî bibêje; ev helwest ne helwestekî avakar e. Ev helwesteke xesandîyê û divê were hilweşandin.

Bi rastî ji bona ku mirov karibe vê quretîya bêwate ji nava xwe belav bike pêşî sebir lazm e, dûra dîsa sebir lazim e, paşre dîsa sebir lazim e! Belê, sebir û zanebûn divê bi hevdû re bimeşe. Zanebûn û aqil divê bi hevdû re bimeşe. Divê mirovê ku Kurdperwer be, pêşî bi doza welat xwe vê girêdayî be, bi zanebûn û baldarî nêzikî wan pirsan bibe û nirxên ku bikêrî hemû Kurdan were derxîne pêş. Ji ber ku di doza Kurdan de cîh ji her kesî re heye, doza welat hewcedarê her kesî ye. Her kes li gora jêhatbûn û keda xwe, taybetmendîyên xwe dikarê di xebata doza welat de cihê xwe bigire. Kurdistan welatê me hemûyan e. Dayîka me ye…

Ev hişmendî divê di nava hemû tevgera Kurdan de ji xwe re hêlînekê çêbike, bibê helwesteke netewî û pêşeroja sîyaseta Kurdistan jî dîyar bibe.

Em divê bi dengekî bilind û bi hevdû re bibêjin; di tevgera Kurdan kes ne kûrê jinbavê ye, kes ne kole ye, kes ne qerwaşe, kes ne rayê ye, kes ne müridê mala şêx e, kes ne Xelifê Bexdayê ye, em hemû bi hevdû re xwedî yê malê ne. Kurdistan mala hemû Kurdan e.Divê hemû Kurd ji rêzana mala xwe berpirsyar bin…

Di pirsa yekîtî û hevkarîyê de, divê destpêkek erenî di nava tevgera Kurdan debikeve rê. Divê em karibîn bi rêbazên nû hewcedarîyên netewî, hevkarîya sîyasî bi dildarî nîqaş bikin. Di van pirsan de divê fen û fût dûrî tevgera Kurdan bikevin, em divê bi hevdû re çarenivîsa xwe dîyar bikin û alternativekî mayînde derxînin pêşberî gelê xwe. Çi ji netewa Kurd re baş be, em bi hevdû re wê bikin.

Di vê pirsê de hêvîya me divê tucara nemir e!Em rê nedin ku hêvîyên me bikevin ber sikrata mirinê. Kî çi dibêje bila bibêje; wê kervanê yekîtî û hevkarîya netewa Kurd, bi serbilindî bikeve rê û bigîhêje armancê xwe! Yên ku li qorzîyên xalî ji xwe re li post û kurtêlan digerin jî bila baş dîyar bibin!

Bila pêpûk jî li ser nekirkêrên ku di kiryarîyê xwe de li dijî yekîtî û hevkarîya Kurdan radiwestin,bi dengekî xemgînî û trajîk bixwînin.

Pepûk, pepûk, kê kir, min kir…

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin