PIRSA KONGREYA NETEWEYÎ

PIRSA KONGREYA NETEWEYÎ

Agirê guhertina herêma rojhilata nêve germe û divê me miletê kurd hayîj ji rewşa xwe hebe û em ji van guhertinan bê pişk nemînîn! Hemû gel dewletên xwe avadikin û diparêzin û xudantîyê li mafên xwe jî dikin. Ev mafê me miletê kurde jî

A+A-

Em miletê kurd miletekî yê xudanê mêjûyeka kevnar e û axa Kurdistana hatî kert kert kirî ne. Me jî wekî hemî milet û neteweyên li ser rûyê vê axê; maf  heye ku em jî bijîn û desthilatdarî  û rêberîya milet û welatê xwe Kurdistanê bikîn. Belê em rasta gelek neheqîyên mêjûyî  hatîne û mafên me  yên neteweyî ji me hatîne standin. Di miqabilê vê neheqîyê de evenî bi serê sedên salan e ku em bedelan ji bona azadîya xwe û welatê xwe Kurdistanê bi rêtina xûna xwe ve didîn. Belê rewşa me ya li berçavan e û ema dinêva agirê dojeya zordaran de dişewitîn.

Gelo em dê çawe ji vê rewşa xirab rizgar  bibîn û bibîn xudanê parastina maf û welatê xwe Kurdistanê jî?  Di pêşîyê de pêdivî pê heye ku em xwe xudanê ax, welat û miqedasatên xwe yên neteweyî bibînîn û bibêjîn em xudanê vî welatî û van miqedesatên xwe yên neteweyî ne. Her wiha jî pêwîstî pê heye ku em miletê kurd  bişêweyên xebata xwe ya neteweyî de ji demûqirqasîyê û bi hevre karkirinê de li hevkirîbîn. Pêwîstî pêheye ku mafên kêmneteweyên Kurdistanê parastîbin û demuqirasîya me ya bi navxweyî jî bi sîstema vê Cîhanê re li hevkirîbe. Pirsa çareserkirina maf jê hatîn standiyan, pirsaeka neteweyî ye û dê bi quweta hemî pêkhatîyên neteweyî ve bihêt çareserkirin.

Belê evenî bi serê çendî salan e ku têgiheşteka di nêva miletê kurd de peyda birî û dijîtîyê bi mafên netewbûna miletê kurd û serxwebûna  Kurdistanê re şer dike. Ev têgiheşt dibêje dema avakirina dewletên neteweyî derbaz birîye. Belê ev hêz ji bo demuqirasîya netewdewletên li ser zilmê û înkara miletê kurd û Kurdistanê ava birîn re li hev dike û dibêje çênabe ti dewletên dî yên neteweyî û bi destên empiryalîzmê di herêmê de bihêne avakirin.

Ev hêz bi hemî karînên xwe ve, dijîtîyê bi serxwebûna  Kurdistanê re dike û ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê re astengan çêdike. Lê çi dema li hesabên xwe de lawaz dibe; destê xwe tavêje pirsa kongereya netewî û dixwaze miletê kurd li ser hesabên xwe yên tarî  bixapîne û mejîyê miletê kurd  têkil hev bike. Başe ev hêza ti mafên netewbûnê û serxwebûna miletê kurd nasneke  dê  bi kîjan heqî ve pirsa kongereya neteweyî  bîne rojeva xebata azadî û serxwevebûna kurd û Kurdistanê?

 Di salên şêstî û ervaz de, komunîstên tirkan jî digotin em dê komunîzmê  mînîn û miletê kurd jî dê dinêva vê sîstemê de biheqane  bijî. Vê gavê jî ev hêza li ser navê kurdan diştexile û behsa biratîya gelan û demuqirasîya  cimhurîyetên li ser înkara kurd û Kurdistanê hatîn avakirin re kar dike û dibêje bi rêya demoqirasîyê û bi quweta biratîya gelan re gelên rojhilata nêvê dê bibin xudanên mafên xwe yên jîyanê. Hegî ev hêz û birayên xwe ve rast dibêjin; bila bi hevre bêjin Kurdistana kurdan ji alîyê me ve hatîye dagirkirin û mafê miletê kurd  heye li ser axa xwe bi azadane bîjî û rêberîya xwe ya netewî bi destên xwe rêve bibe. Wê gavê mafê vê hêzê û birayên wê dê çêbe ku bihên û bi hêza neteweyî û Kurdistanî re gengeşeyên pirsa mafên miletê kurd û Kurdistanê yên neteweyî  bikin.

 Ev hêza bidehên hezaran xortên kurd li beryekparçetîya dewletên dagirker û demuqirasîya wan de dayî kujtin; dê bi kîjan mafî ve doza kongera neteweyî li hêzên kurd û Kurdistanî  parêzan bike? Ev hêz li ser gotina biratîya gelan bi hemî hêzên ji derveyî hêzên kurda re li heve û bi wan re dijîtîyê bi serxwebûna Kurdistanê re dikin. Lê ev hêz di dema lawazî û dengdanan de navê miletê kurd ditîne bîra xwe û miletê kurd jî. Evê hêzê ticaran negotîye em hêzeka Kurdistanî ne û herdem gotîye  em hêzeka Tirkeyî û herêmî ne.

Ev têgiheşta henê ne têgiheşteka neteweyî ye û nikare li gel hêzên neteweyî û Kurdistanî li ser pirsa kongera neteweyî li hev bike.  Ma qey şirîkatîya vê hêzê û dewleta tirkîyeyê ya kolana xendekên li bajarên Kurdistanê ne li berçavan e? Ma rewşa ji Efrînê û hita Qamûşlogê û şirîkatîya vê hêzê ya li ser dijberîya rewşa referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê û rewşa Kerkûkê û Şingalê hatîye ji bîrkirin? Gelo ev hêza xwe Kurdistanî nabîne, dê çawe bikaribe pêşkêşîya kongereya neteweyê kurd û Kurdistana Kurdistanîyan  bike?

Pirsa xebata neteweyî, pirserka mafê hemî kurd û Kurdistanîyan e ku xebatê ji bona azadîya xwe û welatê xwe Kurdistanê bike. Belê ne mafê ti quwetan e ku li ser hesabên miletê kurd û Kurdistanê mafên miletê kurd  li madilayê bide û bibêje ev sîyasete ku em dikîn. Di vê sed sala bîst û yekê de keysaka mêjûyî ya hatî û li berderîyê miletê kurd rawestayî; lê ev têgiheşta seqet ya dibêje dema avakirina dewletên netewî  derbaz birîye û dixwaze li ser gotina biratîya gelan re bibe şirîkê dewletên serdestên miletê kurd û şirîkatîyê li ser înkara Kurdistanê bike; gelo kîjan sifetên neteweyetîyê bi vê hêzê re heye? Hemî gelan mafên dewlet û desthilatdarîyên xwe heyîne û dewletên xwe ava bikin û biparêzîn jî. Gelê kurd jî pêwîstî li yekîtîya xwe ya neteweyî heyî ye. Daxwaza  gelê kurd eve ye ku desthilatdarîya xwe li ser axa xwe bike û ne li ser înkar û axa ti miletên dî doza mafên xwe dike. Hêj ev keysa li berderîyê me ji destên me derneketî pêwîstîya me li hevkarîyeka neteweyî û dayin û standineka netewî  heye. Keysdarîyên neteweyî her roj li rasta miletan nayên. Agirê guhertina herêma rojhilata nêve germe û divê me miletê kurd hayîj  ji rewşa xwe hebe û em ji van guhertinan bê pişk nemînîn! Hemû gel dewletên xwe avadikin û diparêzin û xudantîyê li mafên xwe jî dikin. Ev mafê me miletê kurde jî

 

Evdirehmanê Gundikî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin