Pirsa derbarê Soylu û Peker de bû sedema krîzê

Pirsa derbarê Soylu û Peker de bû sedema krîzê

.

A+A-

 Karvedanên gotinên mafyager Sedat Peker ên derbarê peywendiya wî ya li gel Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu berdewam in û pirseke peyamnêrê ajansa fermî ya Tirkiyê Ajansa Anadoluyê (AA) ji wezîran krîz kûrtir kir. Peyamnêrê AAyê pirs kir, “Gelo Suleymna Soylu ji AK Partiyê mezintir e?” Ew peyamnêr ji kar hat avêtin.

Mafyager Sedat Peker ev heyamek e bi aşkerekirina peywendiya xwe ya li gel Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bûye rojeva siyaseta Tirkiyê û krîzeke nû pêk aniye.

Peyamnêrê AAyê Musab Turan jî îro derbarê wan gotinên mafyager Sedat Peker de pirsek arasteyî Wezîrê Cotkarî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî û Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank kir.

Musab Turan amaje bi gotinên Peker kir û ji wezîrên navborî pirs kir, “Ev îddîayên têkildarî burokrasiya nakro, di qada navdewletî xistiye rewşeke zehmet? Planeke hikûmetê derbarê vê yekê de heye?”

Di berdewam pirsa xwe de wî peyamnêrî behsa wê kir ku AK Partiyê di heyama 19 salan de hezkirina hemwelatiyan bidest xistiye û got, “Gelo AK Partî ji Suleyman Soylu biçûktir e ku navê wî ketiye nav şaîbeyan?”

Peyamnêrê AAyê herwiha got, “Li bazar, sûk, metrobusê.. zarok û her kes behsa vê yekê dikin lê wezîrên me yên birêz yek gotin jî têkildarî vê yekê nekirin. Gelo birêz Soylu di civîna kabînê de têkildarî vê mijarê daxuyaniyek da, parastinek kir? Parastina wî hûn qanih kirin?”

Her wî peyamêrî di dewama pirsa xwe de got ew şerm dike li rûyê zarokê xwe binêre û pirs kir, “Gelo zarokên we nînin?”

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, peyamnêrê AAyê ji ber wê pirsê bi “şovkirinê” tometbar kir û got, AK Partiyê “li Tirkiyê li dijî her saziyeke illegal û çete re xebat kiriye û desthilata xwe qayîm kiriye. Pêwîst nake ez behsa wan pêngavan bikin ku birêz wezîrê me (Soylu) di vî warî de avêtine.”

Wezîrê Cotkarî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî jî di bersiva xwe de got, “Ji kîjan partiyê be jî wezîrê hikûmetê heta dawî jî bo welat, milet û ala xwe kar dike. Gumana me ji avdesta birayê me yê Suleymna Soylu nîne.”

Ev pirsa peyamnêrê AAyê gelek karvedan li pey xwe anîn û Ajansa Anadoluyê jî bi daxuyaniyeke fermî aşkere kir ku wan  girêbesta li gel Musab Turan betal kirine.

AAyê li ser sedema wê biryarê jî got ku ew pirs ne li gor lrîzetên peyamnêrî û pîşeya rojnamegeriyê bûne.

Rûdaw
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin