Pîrozbahîyên Newrozê hatin betal kirin

Pîrozbahîyên Newrozê hatin betal kirin

Partî û sazîyên sîyasî yên li Bakurê Kurdistanê li bajarê Dîyarbekirê bi daxuyanîyeke hevbeş ragihandin ku bi hinceta metirsîya belavbûna korona vîrûsê hemû bernameyên cemawerî û mitîngên pîrozkirina Newroza îsal hatin betal kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Partî û sazîyên weke Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Partîya Azadî, HDP, DBP, DDKD, PDK-Bakur, PİA, Partîya Komînîsta Kurdistan bi daxuyanîyeke hevbeş ragihandin ku hemû çalakî û bernameyên Newroza îsal ji ber metirsîya vîrûsa koronaya nû (Covid-19) hatin betal kirin.

HDPê biryara civîneka standîye û tê çaverêkirin 12ê Adarê HDPê betalkirina mîting û bernameyên cemawerî yên pîrozbahîyên Newrozê ragihîne.

Vîrusa Koronayê li Tirkîyê jî peyda bûye û berpirsên Tirkîyê bi armanca parastina xelkê biryara girtina dibistan û zankoyan û yarîyên futbolê dabû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin