Piranîya welatên Ewropayê derbarê koçberan de yekhelwêst in

Piranîya welatên Ewropayê derbarê koçberan de yekhelwêst in

Hejmarek wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê bi taybetî jî welatên Balkanê, bo gotûbêjkirina rewşa ‎koçberan û pirsgirêkên wan ligel Tirkîyê li Skopje civîyan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di civînê de hat tekezkirin ku divê pirsa ‎koçberan ji binî ve bê çareserkirin, sînor bên kontrolkirin û rê li hatina koçberên neyasayî bo nav ‎Ewropayê bê girtin.‎

Derbarê mijarê de Wezîrê Derve yê Bakurê Makedonya Nikola Dimitrov dibêje: “Cihê cografî weha li me dike ku heman sîyasetê li beramber koçberan peyrew bikin, di vî warî de divê ‎em beşek bin ji hewlên Yekîtîya Ewropayê. Em amade ne bo piştgirîkirinê û herwiha girîng e ku rewşa ‎ser sînoran bê kontrolkirin, di heman demê de girîng e jî ku çareserîyeke me ya demdirêj hebe, ‎pirsgirêk ji binî ve bê çareserkirin.”‎

Krîza koçberan, ne tenê pirsgirêka yek welatên Ewropayê ye, lê ya hemû welatên Ewropayê ye, vê jî ‎wiha kirîye ku nerîna endamên Yekîtîya Ewropayê heman nerîn be û bi hevre hewl bidin pirsgirêkan ‎çareser bikin. Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê bi wê yekê re ne ku ligel Tirkîyê rêkeftineke din ‎were kirin, bi awayekî cudahî di navbera koçberên neyasayî û penaberan de bê kirin.‎

Wezîrê Derve yê Kirwatya Gordan Grlic Radman jî got: “Krîza koçberan tenê bandorê li Tirkîyê nake, lê bandora wê li ser Yekîtîya Ewropayê jî heye, loma divê ‎em cudahîyê di navbera penaber û koçberên neyasayî de bikin. Tişta Yekîtîya Ewropayê dixwest ‎pêşkêş bike hebûna amrazên gotûbêjkirin û hiştina dîyalogê ye ligel hevbeşên me li derdora Yekîtîya ‎Ewropayê.”‎

Herçiqas Yekîtîya Ewropa û Tirkîyê di sala 2016an de rêkeftinek derbarê koçberan de îmze kir, lê wek ‎xwe kar bi rêkeftinê nehatîye kirin, Tirkîyê meha borî ragihand ku êdî rê li ber çûna koçberan bo ‎Ewropayê nagire, vê jî wiha kir di çend rojan de bi sedan koçber li ser sînorên Yunan û Bulgarîstanê kom ‎bibin û bibe pirsgirêkeke mezin bo welatên Ewropayê. 

Rudaw

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin