Peyamên pîrozbahîyê yên serkirdeyên Kurdistanê bi boneya Remezanê

Peyamên pîrozbahîyê yên serkirdeyên Kurdistanê bi boneya Remezanê

Serkirdayetîya sîyasî ya Herêma Kurdistanê, pîrozbahîya hatina meha Remezanê li hemwelatîyan dike

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serkirdayetîya sîyasî ya Herêma Kurdistanê, pîrozbahîya hatina meha Remezanê li hemwelatîyan dike û Serokê Herêma Kurdistanê jî hêvîya xwe derbirî ku meha Remezanê bibe cihê, “qayîmkirina tebayî û zalbûna bi ser hemû ew astengên tên ber welatê me.”

Serok Barzanî peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina meha Remeznê peyamke belav kir û “germtirîn pîrozbahîyên xwe li misilmanên cîhanê bi giştî û li misilmanên Kurdistan û Iraqê bi taybetî, kirin.”

Serok Barzanî dibêje, “Hêvîdar im meha Remezanê bibe cihê xêr û xweşîyê bo gelê Kurdistan, Iraq û hemû mirovahiîyê û bidawîhatina nexweşîyan û asayîbûna jîyanê. Herwiha bidawîhatina teror, tundûtûjî û belavbûna aştî, pêkvejîyan û asûdeyîyê bo hemû mirovahîyê.”

Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im ev meh bibe cihê qayîmkirina tebayî û zalbûna bi ser hemû ew astengan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê pîrozbahîyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kirin û hêvîya xwe derbirî ku ev mehe bibe cihê, “qayîmkirina tebayî, pêkvejîyan, lêborîn, xoşewîstî, gîyana hevkarî û zalbûna bi ser hemû ew astengên din ên tên ber welatê me.”

Mesrûr Barzanî daxwazek arasteyî mamsoteyên ayînî kir

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek belav kir pîrozbahî li misilmanên Kurdistan û cîhanê kir û hêvîya xwe anî ziman ku Remezan bibe, “xêr, bereket, rehmetê û xweşîyê bo her kesî û Xwedayê mezin û dilovan, rojî, dua û îbadetên hemîyan qebûl bike.”

Herwiha Serokwezîrê Kurdistanê spasîya bo mamosteyên ayînî pêwîst dibîne ku “roleka berçav di bicîhanîna rêkarên li hember vîrusa koronayê û şîretên tenduristîyê de lîstine” û herwiha Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku mamosteyên ayînî “li ser şîretkirina welatîyan bo parastina xwe û civakê berdewam bin.”

Seroka Parlamentoya Kurdistanê jî peyamek belav kir

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq jî bi boneya hatine meha Remezanê peyamek belav kir û “germtirîn pîrozbahîyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê” û hêvîya xwe derbirî ku ev meh bibe cihê, “xêr, xweşî û vekirina derîyê asûdeyî û kurbûna ruhê lêborînî û tebayî di navbera hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê.”

Rêwaz Fayeq di peyama xwe de amaje bi wê kirîye ku ji ber belavbûna nexweşîya koronayê, weke berê merasîmên ayînî bo meha Remezanê nayên kirin û hêvî xwest ku di zûtirîn dem de mirovî ji vî derd û afetê rizgar bibe.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî jî peyamek belav kir

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî jî di peyama xwe de ya bi boneya hatina meha Remezanê, pîrozbahîyên xwe arasteyî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û got, “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, bi hatina vê meha pîroz, xêr û xweşî baskê xwe bi ser hemû misilman û mirovahîyê de bikişîne û bibe sedema aştî û tebayîya di navbera hemû pêkhateyan û berqerarbûna aramî û seqamgirîya welatê me û em hemû hevkar û hemaheng bin bo derbaskiri na vê qonaxa zehmet ku Herêma Kurdistanê û cîhan li xwe girtîye ji ber belavbûna vîrusa koronayê û mizgînîya bidawîhatina hemû qeyranan be.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin