Pêşmergeyekî PDK-Îyî li Hewlêrê di encama êrîşeke çekdarî de bû şehîd!

Pêşmergeyekî PDK-Îyî li Hewlêrê di encama êrîşeke çekdarî de bû şehîd!

Hat ragihandin ku pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Soran a Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

A+A-

Pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi navê Ehmed Mîr Ehmedî ku ji herêma Nexedê bû li navçeya Soran a Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya malpera Rûdawê bûyer berê dibehê seet li derdora 06:00an qewimiye.

 

Herwiha pêşmergeyekî PDKÎyê ku nêzî malbata Ehmedî ye di axaftina xwe de dibêje: "Ehmed ji xelkê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ye û mala wî li bajarokê Daretû ya Hewlêrê ye. Bi serdanekê çûbû Soran û li wê derê rastî êrişeke çekdarî hatiye û canê xwe ji dest daye."

Berdevkê Polîsê Soran Hawar Erguşî ragihand ku çend gule li laşê Ehmedî ketine û termê wî ji bo kontrola tiba edlî hat veguhestin. Ehmedî sala 1964an ji dayîk bûye û 40 sal e ku Pêşmergeyê PDKÎyê ye û sê caran ji aliyê Îranê ve hatiye girtin. Li gor agahiyan wê termê Ehmedî li Goristana Şehîdan a navçeya Koyê were veşartin.

Hêjayî gotinê ye ku peşmergeyekî pîle bilind ê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Qadir Qadirî jî di 7ê Adarê de li navçeya Balîsan di êrişêke çekdarî de canê xwe ji dest dabû û HDKê jî ji bo kuştina Qadirî Îranê tometbar kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin