Pêşmerge li nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê

Pêşmerge li nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê

.

A+A-

Di roja yekem ya Newrozê de, hejmareke Pêşmergeyan bi alayên Kurdistanê li du bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin dîtin. PDK-Î jî dibêje, her dema pêwîst be, Pêşmergeyên wan dê li Rojhilat bên dîtin.

Di roja yekem ya Newrozê de, hejmarek kes bi logoya hizbekî Kurdistanî û Ala Kurdistanê li du bajarên Rojhilatê Kurdistanê derketin, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê jî dibêje, Her dema pêwîste be, Pêşmergeyên wan wê li Rojhilat derkevin.

Berpirsê Hêza Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Kawe Behramî, ji Rûdawê re ragihand, Pêşmergeyên wan li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê hene, dîtian Pêşmerge jî li bajaran tiştekî asayî ye û ev ne cara yekemîn e.

Derbarê wê yekê ku ew Pêşmergeyên PDK-Îne an na, Kawe Behramî got, wan jî bi rêya torên civakî vîdyo dîtine û aşkere kir ku ew Pêşmerge ne bi fermana wan çûne ser cadeyan û eger Pêşmergeyên wan bin jî, bi awayekî serbixwe ew çalakî kirine.

Roja Yekşemê, 21/03/2021, di yekemîn roja Cejna Newrozê de hejmareke Pêşmerge ku hejmara wan derdora 7 ta 10 kesan de bû, bi çek, logoya PDK-Î û alayên Kurdistanê derketin ser cadeyên Seqiz û Şino.

Girîngiya vê çalakiyê ew e ku piştî 26 salan, ev cara yekemîn e di Newrozê de Pêşmerge bi awayekî aşkere li nav xelkê li Rojhilatê Kurdistanê tên dîtin.

Heta niha ne hikûmet û ne jî medyaya Îranê ti daxuyanî û zanyariyek derbarê vê yekê de belav nekiriye.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin