Pêşangeheke navdewletî ya berhemên kiştukalî li Silêmanî tê sazkirin

Pêşangeheke navdewletî ya berhemên kiştukalî li Silêmanî tê sazkirin

.

A+A-

Komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê ( TISÎAD) û reveberîya Pêşengeha Navdewletî ya Silêmaniyê roja 15-18 meha Îlona îsal pêşengeha berhemên kiştukalî û ajeldarî li bajarê Silêmanî encam didin.

Di pêncemîn Lûtkeya Bazirganî û Aboriyê ya Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de li bajarê Îzmîrê protokolek hate îmze kirin. Li gorî protokola hatiye îmzekirin, rojên 15 -18 meha Îlonê dê li bajarê Silêmanî pêşengeha berhemên kiştukalî û ajeldarî were encam dan.

Pêşengeha navborî dê ji alîyê komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Reveberîya Pêşengeha Nêvdewletî ya Silêmaniyê were birêvebirin.

Îmzekirina protokola di navbera herdu aliyan de bi amadebûna Serokê Komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê Nevaf Kiliç û Berpirsê Pêşengeha Navdewletî ya Silêmaniyê Hesen Rehîm bi rêve çû.

Di protokola hatiye îmzekirin de behsa wê yêke tê kirin ku dê ji roja 15ê Îlonê heta 18ê îlonê bi şirîkatî, pişikdarî û alikariya Komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê û bi serpereştiya Pêşengeha Navdewletî ya Silêmaniyê, pêşengeha berhemên kiştukalî û ajeldarî were encam dan.

Komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê hewl dide ku peywendiyên bazirganî û aborî yên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê baştir bike.

Serokê Komeleyê Nevaf Kiliç jî ji Rudawê re ragehand ku armanca wan ew qebareyê bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê bingehînîn 50 Milyar dolaran.

Nevaf Kiliç diyar kir ku wan armanca 20 milyar dolar ya qebareya bazirganî pêk aniye û ew hewl didin 30 milyar dolarên din jî ji vê qebareyi zêde bikin.

Li aliyê din çend roj in ku şandeke bazirganên Herêma Kurdistanê li bajarê Îzmîrê ligel bazirganên Tirkiyê pêncemîn Lûtkeya Bazirganî û Aborî ya Tirkiyê , Herêma Kurdistanê û Iraqê encam didin.

Şewket Herkî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin