Pêşangeha bîranîna qurbaniyên Kurdên Êzidî li Qamişlo

Pêşangeha bîranîna qurbaniyên Kurdên Êzidî li Qamişlo

.

A+A-

 Li bajarê Qamişlo, pêşangeheke fotografî ji bo bîranîna Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li Şingalê bûbûn qurbaniyên komkujiyekê, hat vekirin.

Di pêşangehê de, herî kêm, 110 wêne bo cara yekem hatin nîşandan ku 3 rojnamevanên şahidhal li ser êş û azarên Kurdên Êzidî kişandine.

Her sê rojnamevan li nav kampên penaberî û koçberiyê hûrgiliyên jiyana zehmet û dijwar a Kurdên Êzidî piştî komkujiya li Şingalê ku li ser destê çekdarên DAIŞê hate encamdan û reva wan ji xaka pav û kalên xwe bi wêne belge kirine.

Endamekî Mala Êzidiyan behsa rewşa zehmet a jiyana Kurdên Êzidî li nav kampan dike.

Elyas Seydo, Endamê Mala Êzidiyan, dibêje, “Êzidî ji encama vê fermanê li Şingal, Efrîn û Serêkaniyê Koçberî gele dever û welatan bûn. Hejmareke mezin li kampan in  û di rewşke mirovî pir xirab de ne. Em bang li sazî û civaka navdewletî dikin ku Jenosîda Êzidiyan nas bikin, û rêya vegera koçberan bo malên wan xweş bikin, û Şingalê ava bikin.”

Endamekî komîteya amadekar a pêşangehê dibêje wêneyên nîşandayî êş û azarên Kurdên Êzidî di vê karesatê de diyar dikin.

Zinar Cafer, Endamê Komîteya Amadekar, dibêje, “Wek tê zanîn 7emîn salvegera vê fermanê ye, mexwest bi wêneyên zêdetir bi êş û azaran, vê fermanê bibîr bîbinin û piştgirî bidin gelê Şingalê.”

Kurdên Êzidî yên ku Ev pêşangeha amade kirine û herwiha yên ku seredana Pêşangehê kirine, dibjin ku ew bi berdewamî li jêr gefê ne. Ew bang li Rêxistin û saziyên navdewletî dikin ku berpirsiyariya xwe li ser milê xwe hilgirin û wan biparêzin da ku êdî nema rastî komkujiyan bên.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin