Perwîn Îbrahîm: Divê di destûra Sûriyê de îtîraf bi mafên Kurdan bê kirin

Perwîn Îbrahîm: Divê di destûra Sûriyê de îtîraf bi mafên Kurdan bê kirin

.

A+A-

Siyasetmedara Kurd Perwîn Îbrahîm îro bi kiras û xeftanê Kurdî li Moskow bû û li Wezareta Derve ya Rûsyayê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov re civiya. Bogdanov ew bi germî pêşwazî kir. Perwîn Îbrahîm dibêje, wan pirsa Kurd anîn û rojevê û daxwaz kirin ku "Di destûrê de îtîraf bi mafên Kurdan bê kirin."

Perwîn Îbrahîm, Serokatiya Kongireya Niştîmanî ya Sûriyê kir, ku weke opozisyona navxwe tê naskirin.

Bogdanov jibilî ku Cîgirê Wezîrê Derve ye, Nûnerê Serokê Rûsyayê ye jî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa.

Di civîna Perwîn Îbrahîm û Mîxaîl Bogdanov de rewşa Sûriyê ya piştî hilbijartinên serokatiya wî welatî hat gotûbêj kirin.

Perwîn Îbrahîm ku xelka Qamişlo ye, Seroka Partiya Ciwanan bo Pêşveçûn û Guhertinê ye.

Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî ragihand ku di şanda di bin serpereştiya Perwîn Îbrahîm de çend partiyên opozisyonê jî hebûn û got, civînê derdora demjimêrekê berdewam kir û pirsa Sûriyê bi giştî hat gotûbêjkirin û meseleya Kurd jî hat rojevê.

Perwîn Îbrahîm ragihand ku ew wek partiyên opozisyona navxwe hatin Moskowê û li ser dema serdanê û civîna li gel Bogdanov jî amaje bi wê kir, piştî hilbijartinên Sûriyê hêviyeke wan hebû ku guhertin çêbibin.

Li ser pirsa Kurd jî Perwîn Îbrahîm amaje bi gotinên Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê kir ku gotibû `Kurd li Sûriyê mêvan in` kir û ragihand, “Me name ji hikûmeta Sûriyê re şandin, ti kes li me venegeriya. Me ji (Bogdanov) re got,`qîma me nayê û eger em mêvan bin, çima daxwaza parastina Sûriyê ji me tê kirin. Em qebûl nakin ku wezîrek derkeve, bêje `Sûriye dewleteke Erebî, Îslamî ye û Kurd jî tê de mêvan in. Me got `Mafê Kurdên Sûrî heye daxwaza mafên xwe bikin û hûn Rûs jî piştevaniya Kurdan bikin.”

Li ser peywendiyên Kurdan li gel Şamê jî, li gor Perwîn Îbrahîm Kurdan heta niha bi awayekî ciddî li deriyê hikûmeta Sûriyê nexistine û got, “Min heta gelek caran gotiye û dîsa dibêjim, ez nikarim bêjim hikûmeta Sûriyê dê îro mafên Kurdan bide, lê ew (Kurd) jî nehatine û li deriyê wan nexistine. Ji 2011an ve em dibêjin werin.”

Li ser naveroka civîna li gel Bogdanov jî Perwîn Îbrahîm dibêje, “Bogdanov îro bi zelalî got, `Rêveberiya Xweser tê vê derê daxwaza rewatiya îdareyê dike, partiyên Kurdî jî ku tên, ew jî wate ku li dij hev disekinin, hîn negihiştine nêrînekê. Bogdanov bi zimanekî dîplomatîk got, Rêveberiya Xweser dibêje, `hûn çima Tirkan dernaxin, got `em jî dibêjin, hûn çima destê xwe dixin destê Amerîkiyan û hinek jî girêdayî Qendîlê ne.` Min jî got, `piştî evqas tiştan, em îro dizanin, piştî ku Amerîka ji Efxanistanê derket, divê îro em dersekê jê werbigirin ji Kurdên me re ku em tiştekî bikin. Hikûmet jî tiştekî nade Kurdan. Em dixwazin ku di destûra Sûriyê de îtîraf bi mafên Kurdan bê kirin. Em bes daxwaza vê dikin.`”

Siyasetmedara Kurd Perwîn Îbrahîm berî niha pêşniyaz kiribû ku li Moskowê konferanseke Kurdî birêve biçe û li ser helwesta aliyê Rûsî li ser vê pêşniyazê jî, Îbrahîm got, “Bogdanov got, her tiştê hûn bixwazin, diyalog be, konferans be, em bi we re ne û em piştevaniyan we dikin. Li ser konferansa Şamê jî û min got, `îtîrafa bi mafên Kurdan ne mafê Serok Beşar e bide an nede! Divê di destûrê de gelê Sûriyê bi me re be.”

Di dewama gotinên xwe de Perwîn Îbrahîm got, “Bogdanov got, `em rêzê li Kurdistana Iraqê digirin, ji ber ku di destûrê de mafê xwe stendiye, em bi we re hûn mafê xwe bistînin her tiştê hebe. Me tiştek din jî xwest, bi rêya Rûdawê ez dibêjim,  kesayetekî Kurd, Kak Mesûd, divê rolekê bistîne ku zextekê li van partiyan bike... heqê Kurdan li Şamê ye, hikûmeta Sûriyê nayê û li deriyê Kurdan nade û nabêje, bo we mafên we. Divê ew daxwaza heqên xwe bikin û em hêvî dikin, kesayetekî mezin ê wiha alîkariya me bike.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin