Pentagon peşniyarî zêdekirina leşkerî ya li Sûrî kir

Pentagon peşniyarî zêdekirina leşkerî ya li Sûrî kir

Fermandarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) pêşniyarî Serokê Amerîkayê Donald Trumpî kiriye ku ji dêvla bifikire ku ji Sûriyeyê vekişe, bila hejmara hêzên Amerîkî yên li wê derê zêde bike.

A+A-

Li gorî malpera al Hurrayê ya erebî, peyamnêrê wê ragihandiye ku fermandarên Wezareta Amerîkayê li Trumpî pêşniyar kiriye ku hejmara hêzên amerîkî yên li Sûriyeyê zêde bike û ji Sûriyeyê venekişe.

Herwiha li gorî heman malperê, rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye ku "têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê mijara sereke ya birêveberiya Amerîkayê ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî demekê gotibû ku dê "di demeke nêz de" ji Sûriyeyê vekişin ku bûbû mijara nîqaşan ji ber berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê diyar kiribû ku haya wê ji ti planeke vekişînê tine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin