Pentagon: Eger Tirkîye Patriot an dixwaze divê S-400an vegerîne

Pentagon: Eger Tirkîye Patriot an dixwaze divê S-400an vegerîne

Berpirsekî payebilindê Wezareta Berevanîya Amerîka (Pentagon) ragihand, heger Tirkîye “Patriot” a Amerîkî dixwaze, divê “S-400” ji Rûsyayê re vegerîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Alîkarê Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Jonathan Rath Hoffman di konferanseke rojnamevanî de ragihand, helwesta Pentagonê ji destpêkê ve aşkere bû, heger Tirkîye sîstema berevanîyê Patriot dixwaze, divê mûşekên S-400 ji Moskoyê re vegerîne.

Ev daxuyanîya wî berpirsê Pentagonê piştî wê tê, Serokomarê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, helwesta Amerîka li hember kirîna Tirkîyê ji sîstema S-400 re sivik bûye.

Erdogan roja 5ê vê mehê tekez kiribû, sîstema berevanîya esmanî S-400 dê di meha Nîsana bê de bikeve kar.

Tirkîyê di sala 2017an rêkeftina mûşekên S-400 bi Rûsyayê re îmze kiribû û pêvajoya radestkirina mûşekên S-400 bo Tirkîyê di 12ê Tirmeha 2019 de destpê kiribû

Kirîna mûşekên S-400an ji Rûsya di navbera Amerîka û NATO û Tirkîye de alozîyên mezin peyda kirine. NATO û Amerîka hewl didin Tirkîye dest ji bikaranîna wê berde.

Amerîka jî mûşekên S-400 wek sîstemeke neyar dizan e û ji ber vê, Tirkîye ji projeya firokeyên F-35 dûr xist.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin