Pentagon çêkirina perçeyên F-35 li Tirkîyê radiwestîne

Pentagon çêkirina perçeyên F-35 li Tirkîyê radiwestîne

Wezareta Berevanîyê ya Amerîka (Pentagon) radigihîne, ew heta meha Adara bê, perçeyên firokeyên F-35 yên li Tirkîyê tên çêkirin, dê bibin Amerîka.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Alîkarê Şêwirmendê karên Idarî û Firotinê yê Pentagonê Ellen Lord ragihand, ji bo ku Tirkîye sîstema mûşekî ya Rûsî S-400 nekire, wan gelek hewlên mezin dan. Lê Tirkîyê guh neda Washingtonê û S-400 anîn Tirkîyê.

Got jî, wan berê ji  rayadarên Tirkîyê re gotibûn, sîstema F-35 û S-400 bi hev re nagunce.

Lord da zanîn: Ew niha karê xwe yên çêkirina perçeyên F-35 li Tirkîyê berdewam dikin. Lê ew kar dikin ku çêkirina perçeyan heta meha Adara bê, bibin Amerîka.

Di derbarê 4 firokeyên F-35 yên dane Tirkîyê de jî dîyar kir, ew firoke li Amerîka ne û wan bi rayadrên Tirkîyê re li ser van 4 firokeyan, çi gotûbêj nekirine.

Piştî ku di meha Tîrmehê de mûşekên S-400 ji Rûsyayê bo Tirkîyê hatin veguhestin, Amerîka Tirkîye ji bernameya hilberîna frokeyên F-35 de derxistibû û û Washîngtonê biryar dabû ku gemaroyên giran li ser Tirkîyê karîger bike.

 

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin