Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Penaberȋ ȗ perȋşantȋ

A+A-

 

BÊ CIH  Û WARΠ

Simo û Xezalê ji zûde bû ku ew pevre dijîn, ev dor nêzîkî 50 salîbû ku ewan hevjînên hevbûn. Salên her dûyanjî, ji 70 yan bêhtirbû. Di vê dema pîrîtî û kalîtîyêde ewan bûbûna penaber, cih û warên xwe terkkiribûn; lê bi daxewe(malesef) ez nizanim ku ma ewan gelo li ser penabertî û xerîbîtîyê çi dihizirîn, çi dizanîn, xwedî çi xewn û xeyalanbûn;  emê nikaribin bizanin, ji ber ku her dû jî ne li jîyanêne îroj.                           

    Apê simo, anjî  ku min ew bi Mamê Simo binavdikir, gelek caran dihata cem min û qala dema jîyana xwe yî li Kurdistanê, li bajarê Mûsilê dikir: wî qala ambar/depoyên genim ku ew xwedîyên wanbû dikir, wî qala ku drawse/cîranên wî  yên genimfiroş ku yahûdîbûn, ermenîbûn dikir û wî qala rewş û zahmetîyên jîyanê bi gelemperî(kurdayetî, dema rejîma Sadam û piştî Sadam dikir, wî qala wekhevî/yekîtî/piştgirtinê dikir) wî qala ilim, dad/adalet û politîkayê dikir û lewra jî min gelek caran Mam Simo ji hevalên xwe re ew mîna feylezofê kurd dida nasîn. Mam Simo gelek demên xwe yî vala li pirtûkxana bajêr derbas dikir, rojnameyên erebî dixwendin. Wî car carna qala jin û mafên jinan jî dikir,  lê wî ev babet bi xwezayê ve/tabîatê ve girêdida û dixwest weha bibêje ku ”zilam zilamin û jin jinin û wê herdem weha jî bimênê” anjî weha digot ku” dîyên me jî/xwihên me jî/keçên me jî jinin; lê….”.              

     Rojekê ji rojan, di dema ku Mam Simo hata cem min, min zû ferq kir ku Mam Simo ne mîna Mam Simoyê doh û pêre, anjî  Mam Simoyê berî bi hefteyek û dû/sê hefteyana. Rû û ser û çavên wî reş qelehabûn, rengê mirîyan lê bû û te digot belkî ev ne Mam Simoye,  ew kesekîdine. Lê  bê goman eve Mam Simo bi xwe bû û ne kesekîdinbû. Min her, mîna herdem, bi qedr û qîmet pêşwazîya wî kir û jê pirsî ku ma xêre, qey tû nexweşî  mamo ? Mamo got ”na, bavê Kasrî ez ne nexweşim, lê xwezî ez nexweşbama/miribama jî, tiştekî wilo nehatibana serêmin û min nebihîstibana…”.     

      Min mamo rûnand û jê pirsî ku ”…de ka bibêjê, bê ma çi qewimîye mamo…”. Hinek hêstir ji çavên mamo hatine xwar û weha got:   ”…namek ji polîs li ser navê dîya R. (navê kurê wan yên mezin ku wî hevjîna xwe wilo binavdikir: ha ez vêjí bibêjim ku ev jî tiştekî xweşe ku gelek zilamên kurd wek hûrmet, hevjînên xwe bi vî awayî binavdikin) hatîye û wê dixwazine qaraqolê” û wî axaftina xwe berdewamkir û weha di got ”… dîya R. berî bi çend rojan li dikaneke bajêr ji alîyên bekçîyan ve hatîye sekinandin û di çantê wê de meqesek û dû cot gore dîtine û de ka bihizire bavê Kasrî, ma mirina min wî ne baştirbana ji vê xeberê/nûçeyê…?”       

    Helbet mamo di xemgînîya xwe de heqlîbû û mamo ne zarok bû ku meselan di ber gûhên xwe re bavêjê, na; mamo her tişt baş dizanî û her tişt baş jî famdikir û wî gotinên xwe weha tewaw/temam kirin:   ”…dinya dem û dewrana bavê Kasrî, dema me cih û warên xwe terkkir, li xerîbîyê em bûna mîna zarokan anjî hê rasttir bibêjim ku em bûna mîna cahil û parsekan….”.

Nuri Aldur

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin