Penaberekî kurd li Yûnanê xeniqî

Penaberekî kurd li Yûnanê xeniqî

Serokê dezgeha Lûtke ya penaber û koçberan ragihand, penaberekî kurd di dema melevanîyê de li giraveka Yûnanê xeniqî.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê dezgeha Lûtke ya penaber û koçberan, Arî Celal ji BasNewsê re got, roja 10 vê mehê penaberekî kurd bi navê Ravîyar Osman li girava Xîyus ya Yûnanê xeniqî.

Arî Celal her wiha got, wî xortî ku xelkê bajarokê Çemçemalê bû, di nav avê de bi çend hevalên xwe re melevanî dikir lê ji nişkêve demarê pîyê wî req bibû û ketibû binê avê.

Serokê dezgeha Lûtke da zanîn, malbata wî xortî daxwaz kirine termê kurê wan li Yûnanê neyê veşartin û derbasî Kurdistanê bê kirin.


6.JPG

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin