Penaberê Kurd bi saetan cenazeyê hevjîna xwe li ser pişta xwe hilgirt

Penaberê Kurd bi saetan cenazeyê hevjîna xwe li ser pişta xwe hilgirt

.

A+A-

Di rêya koçberiya ber bi Ewropayê ve, du hevjînên genc ên bi navê Serdar Îbrahîmnijad û Mêhrî Nebîzade yên ji Rojhilatê Kurdistanê tevî du zarokên xwe yên keç rastî bûyereke dilşewat hatin. Di rêya çûna ber bi Yunanê ve, Mêhrî Nebîzade ji ber westiyanê krîza dil derbas dike û canê xwe ji dest dide, Serdar bi neçarî cenazeyê hevjîna xwe dide ser pişta xwe û bi çaverkî girî tevî herdu zarokên xwe yên biçûk berdewamiyê dide meşa xwe, heta ku ji aliyê polîsê Yunanê ve tên girtin û wan dixin kampeke penaberan.

Niha Serdar Îbrahîmnijad tevî du keçên xwe yên 7 û 4 salî li welatê Yunanê di kampekê de dimînin û di rewşeke xirab a psykolojîk de dijîn.

Ew malbata Kurd ji bajarê Serdeştê yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye û ji ber rewşa xirab a aborî û bi armanca ku jiyaneke baştir ji xwe û zarokên xwe re peyda bikin, rêya penaberiyê hilbijartibûn.

Serdar Îbrahîmnijad, ew zilamê ku destê malbata xwe girtibû û bi xewn û hêviyên mezin dixwest bigihe welatekî Ewropayê û jiyaneke nû ji malbata xwe re ava bike, niha hêviyên wî şikestine û neçar e wê trajediya di jiyana wî de rû daye, qebûl bike.

Serdar Îbrahîmnijad derbarê serpêhatiya mirina hevjîna xwe de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Hevjîna min gelek westiyabû, dilê wê nerihet bû, em di nava daristanê man, şev bû, min got belke em hinekî bêhna xwe vedin. Sibehê diyar bû ku baştir nebû, ji wê cihê ku em lê mabûn heta cadeyeke ax 300 metre navber hebû. Ji wê derê heta ser cadeyê min hevjîna xwe li ser pişta xwe anî.”

Îbrahîmnijad dibêje, wî herdu zarokên xwe yên keç li cem hevjîna xwe ya nexweş hiştin û ew bi xwe jî jibo daxwazkirina alîkariya ji xelkê çûye ser cadeyê, lê ti kesî alîkarî nedaye wî.

Ew zilamê dilşikestî yê Kurd herwiha dibêje, ji ber çûna wî ya ji bo daxwazkirina alîkariyê, wî nekariye hevjîna xwe di demên dawî yên jiyanê de bibîne û ew yek jê re bûye kul û kesereke din a mezin.

 Serdar Îbrahîmnijad diyar kir: “Hevjîna min bi başî bêhna wê nedihat, li qirax cadeyê ku min danî, ez çûme ser cadeyê, min hewar dikir û min gazî xekê dikir ku otomobîlên xwe rawestînin û bigihin hewara me. Lê gelek mixabin, ti kes nehat hewara me, ti kes nesekinî. Ku min lê nihêrî, nefesa wê her kêmtir û kêmtir dibû. Ez çûme cem, diyar bû nefesa wê pir kêm bû, min nefes da wê, min destê xwe danî li ser dilê wê, tiştek nemabû. Her ku diçû rewş xirabtir dibû, cara dawî ku min nefes da wê, serê wê di nav destê min de bû. Zarokên min her yekî aliyeke wê girtibûn. Xwîn ji dev û pozê wê dihat û serê wê ket. Min zanî ku temam bû, min zanî ku nemaye. Tiştek ji destê min nehat, ez li wê derê rûniştim û min dest bi giriyê kir.”

Heftiyek di ser bûyerê re derbas bûye, termê Mêhrî Nebîzade niha li morga nexweşxaneya bajareke Yunanê ye.

Serdar tevî du zarokên xwe yên keç, li kampa Flaico dimînin û bo dema 14 rojan hatine kerentînekirin û di rojekê de tenê bo dema saetekê dikarin derkevin derve û tavê û esman bibînin.

Îbrahîmnijad ji Rûdawê re dibêje: “Polîs hat û em ji hev veqetandin, ez û zarokên min birin bo zindanê. Em du şevan di zindanê de bûn. Li wê derê min ji wan re got, termê hevjîna min li kuderê ye? Çi lê hatiye? Ji min re gotin termê hevjîna te li bajarekî din e.”

Serdar niha tenê daxwazeke wî heye û bang li rêxistinên mafên mirovan û penaberan dike, ku termê Mêhrî ya hevjîna wî vegerînin Serdeştê daku li ser axa Kurdistanê bê veşartin. Serdar Îbrahîmnijad vê daxwaza xwe wiha anî ziman: “Daxwaz ji hemû wan kesan dikim ku vê fîlmê dibînin, bi her awayekê be alîkariya me bikin, daku cenazeyê hevjîna xwe bişînin Kurdistanê, jibo ku li vir nemîne.”

Salane ji ber xirabiya rewşa aborî û bo bidestanîna jiyaneke baştir, hezaran kes ji Rojhilatê Kurdistanê ve berê xwe didin welatên Ewropayê, ku di rêya penaberiya ber bi ewropayê de, hin caran çîrokên dilşewat çê dibin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin