PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR Li Amedê di heqê Jenosîda Helebçeyê de daxuyanîyek hevbeş dan

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR Li Amedê di heqê Jenosîda Helebçeyê de daxuyanîyek hevbeş dan

.

A+A-

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR roja 16.03.2021ê li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê di heqê Jenosîda Helebçeyê de daxuyanîyek hevbeş dan.

Di destpêka civîna çapemenîyê de Berdevkê PAKê Hanifi Turan kurte axaftinek kir. Paşê ji bo şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê yek deqîqe rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê 5 partî û hereketan Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel daxuyanîya hevbeş xwend.

Ev jî daxuyanîya hevbeş a 5 partî û hereketên Kurdistanê ye:

‘’ME JENOSÎDA HALEPÇEYÊ JİBÎR NEKİRÎYE, EM DÊ JİBÎRNEKİN JÎ!

Wekî tê zanîn, 33 sal berê rojek wek îro, dewleta dagîrker a Îraqê li devera bajarê Helebçê bi balafirên leşkerî êrîşêke esmanî li dijî gelê Kurdistanê li dar xist û ji wan balafiran çekên kîmyayî bi ser Kurdistaniyên sîvîl de barand. Di encama wê êrişa namerdane de mixabin nêzîkê 5 hezar zar û zêç, pîr û kal û jin û mêr jîyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Ew êrîş beşek ji operasyona Enfalê bû, ku dewleta dagîrker di 1983yan de dest pê kiribû, 182 hezar Kurdistanî qetil kiribû û armanca wê yekser têkbirina şoreşa li Başûrê Kurdistanê bû.

Hêjayî gotinê ye ku di wê demê de, bi sed hezaran ji gelê sîvîl yên başûrê welatê me naçar man ku terka mal û warên xwe bikin da ku malbat û zarokên xwe ji mirinê xilas bikin!Dewletên cîhanê li hember vê karesata mezin xwe kerr û lal kirin û kurdan bi tena serê xwe hêştin. Çend dorûberên piçûk ne tê de, tu dewleteke cîhanê li hember vê êrîşa hovane ya li dijî welatiyên me yên sivîl ne rabû ser lingan, ne dengê xwe bilind kir û ne jî rejîma jenosidkar şermezar kir.

Lê belê, cihê serbilindiyê ye ku gelê kurd yê li bakur, rojhelat û rojavayê Kurdistanê xwedî li wan xûşk û birayên xwe yên mişextbûyî derket, bi hemî derfetên xwe alîkariya wan kir û birîna wan derman kir. Ew yek jî carek din îsbat kir ku, herçend axa Kurdistanê hatibe parçekirin û tu dewleteka serbixwe ya kurdan îro tune be jî, gelê Kurdistana mezin bi hişmendiyeke neteweyî tevdigere, bi êş û jana her kurdekî li ser rûyê cîhanê xemgîn dibe û bi serkeftina wan kêfxweş dibin.

Lewra, herçend operasyona jenosîdkar a Enfalê û komkujiya Helebçeyê, di dîroka nêzik ya kurdan de karesateke mezin be jî, divê neyê jibîrkirin ku jenosîda li hember kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê îro jî berdewam e û ev jenosîd, ne tenê bi awayê kuştina kurdan tê birêvebirin. Dewletên dagîrker bê rawestan û bi hev re hewl didin ku kurdan bi awayê çandî û siyasî jî ji holê rabikin. Ev siyaseta dewletên dagîrker çawa 33 sal berê li Helebçe rû da, îro jî heman siyaset li Kerkûkê, li Efrînê, li Serêkaniyê, li Mehabadê û li Amedê jî tê meşandin.

Lê, careke din cihê serbilindiyê ye ku, gelê me yê li çar aliyê Kurdistana mezin, bi hişmendîyeke neteweyî li hember vê siyaseta jenosîdkar radibe, li ber xwe dide û têkoşîna xwe didomîne.

Tu jenosîd û zilman, li her çar perçeyên Kurdistanê jî nikarîbûye rê li ber têkoşîna doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bigire. Keç û kur û neviyên qurbanîyên jenosîda Helebçeyê îro li Başûrê Kurdistanê bi destkeftîna dewleta federe, Alaya Kurdistanê li ser Parlamentoya Kurdistanê li ba didin. Her wan keç û kur û nevîyên qurbanîyên jenosîda Helebçeyê, di 25ê Îlona 2017an de,Kerkûk û Şingal jî tê de li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê, di Referandûma Serxwebûnê de, bi awayekî demokratîk, bi rêjeya ji %93yê ji serxwebunê re gotin ‘Belê!’

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa û raya giştî ya cîhanê dikin ku roja 16ê Adarê weke roja jenosîda Kurdan qebûl bikin. Bi heman rengî em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo vê armancê ligel hemû hêzên welatparêz kar û xebatê bike.

Bi van hest û ramanên xwe yên neteweyî, em wekî partî û rêxistinên Kurdistanî yên li xwarê navê wan hene, li ked û xebat û destkeftiyên neteweyî, niştimanî yên li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî derdikevin. Em bi helkefta 33yemin salvegera komkujiya Helebçeyê, hemî qurbanîyên jenosîda Helebçeyê û giyanên pîroz yên şehîdên doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK, PDK-BAKUR’’

portal-teknoloji.png4-106.jpg6-063.jpgpa2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin