Pedersen: Karê dîpolmasî li Sûriyê nebû sedema pêşketina pêvajoya siyasî

Pedersen: Karê dîpolmasî li Sûriyê nebû sedema pêşketina pêvajoya siyasî

.

A+A-

Şandeyê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen radigihîne, bi mehan e karê dîpolmsaî li Sûriyê bê encam e ji ber ku şer, girtin û binçavkirin li wî welatî hîn berdewame.

Geir Pedersen duhî di rûniştina mehane ya Encûmena Asayîşa Navdewletî ya derbarê Sûriyê de got: “Bi mehan e karê dîplomasiyê li ser erdê, li hundur û li derveyî welat jî, nebûn sedema encamên berbiçav, ne jî di pêvajoya siyasî de gavên rastîn cêbûn.”

Got jî: “Hîn jî sivîl li Sûriyê têne girtin, eşkencekirin û binçavkirin, birîndar dibin û têne kuştin jî. Şer berdewam e, topbaran û mûşekbaran di navbera bakurê rojhelatê Sûriyê û bakurê rojavayê welat de heye. Di vê mehê de bombebarana Israîlê jî hebû. Hin raporet derbarê êrîşên dronên Tirkiyê de jî hene. Li bakurê Helebê topbarana ji aliyê hêzên ser bi hikumetê ve hene. Amêrîka jî got ku wan serkirdeyekî DAIŞê li nêzî Babê bombebaran kir.”

Derbarê vegerandina penaberan de jî Pederson got: “Niha, şert û mercên vegera ewle, birûmet û dilxwazî ​​ya penaberan nîn in. Divê ew bên parastin, û bi zorê neyin vegerandin. Divê hemû sivîlên li hundirê Sûriyê, di nav de koçberên navxweyî jî bên parastin. Pêwîst dike ku hikûmeta Sûriyê kadên zêde bide ji bo zemîneke baş, parastî û berdewam peyda bibe.”

Herwiha Pedersen dilgiraniya xwe nîşan da ku Encûmena Asayişa Navdewletî di destpêka vê mehê de nekarî mekanîzmaya gihandina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînorî Bab El-Hawa re nû bike, ji ber Rûsyayê veto li dijî projebiryara Brezîlya-Swîsrî bikar anî.

Şandeyê Netewên Yekgirtî hişyarî derbarê qeyrana aborî ya aloz û encamên wê li hemû Sûriyan da, ku ji sedî 90 ji wan di bin sînorê hejariyê de dijîn.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin