PDK û Gorran: Me behsa piştevanîya projeyasaya çaksazîyê kir

PDK û Gorran: Me behsa piştevanîya projeyasaya çaksazîyê kir

Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê Tevgera Gorran ragehandin, behsa piştevanîya projeyasaya çaksazîyê û derbas kirina wê li Parlamentoya Kurdistanê kirin û biryar dane zêdetir hevdîtinan navbera xwe de bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro 17.12.2019ê piştî temambûna civîna şandeyên bilind ên PDKê û Tevgera Gorran berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed amaje bi wê yekê kir ku naveroka civîna wan li ser alozîyên naha yên Iraqê û hem metirsî û hem derfetên ku hene hate kirin û ji ber wê divê berjewendîya xelkê Kurdistanê bê parastin.

Herwaha dîyar kir ew hewl didin li Bexdayê hevpeymanîyekî di navbera fraksîyonên Kurdistanî de ava bikin.

Di civîna hevbeş de Mehmûd Mihemed aşkera kir, biryar dane civînên zêdetir navbera xwe de bikin. ‘’Herwaha me behs kir ku em karên baş ên hikûmetê re bibin palder û teşfîq bikin û eger alîyekî nerênî an jî şaş heye em hewl bidin çareser bikin.’’

Herwaha got, dibe hin nîgeranî hebin ku beşek ji rêkeftinan nehatine bicîhanîn, lê pêwîstîya wan tenê bi demê heye û bingehek dê bo wan jî bê ava kirin.

Di heman civîna çapemenîyê de sekreterê karûbarên odeyên Tevgera Gorran Derbaz Mihemed jî got, civînên li gel PDKê giring in û got, li ser asta Iraqê, Kurdistanê û karên hikûmetê guftûgo kirine.

Derbaz Mihemed dîyar kir, dixwazin li gel PDKê dawî bi dosyaya cezayên sîyasî bînin, herwaha ‘’Her du alîyan me dîyar kir, piştgirîya çaksazîyên hikûmetê em bikin û projeya çaksazîyê li Parlamentoyê bê pejirandin û çaksazî jî bi giştî jî û bi taybetî jî di pêşerojê jî berdewam dibe.’’

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin