Paytexta Îranê bi tundî hejîya – Mirî û birîndar hene

Paytexta Îranê bi tundî hejîya – Mirî û birîndar hene

Li paytexta Îranê erd hejîya, du kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Nîvê şeva borî li paytexta Îran-Tehranê erdhejek bi tundîya 5.1 rîxter qewimî.

Li gorî agahîyan, di wê erdhejê de ku navenda wê li devera Demavend ya Tehranê bû, 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Erdheja han, ku di kûrahîya 7 km de bûye, li gelek bajarên din mîna Mazenderan, Elborz, Qom û Qezvînê jî hatîye hiskirin.

Rêveberîya orjansa Tehranê ragihandîye, ew kesên ku mirine û birîndar bûne, ji ber tirs û panîkê bûye.

Ew kesên ku mirine jî, zilamekî 60 salî û jineka 21 salî ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin