
Pasdarên Îranê gule berdan xortên Kurd ên Kelarê
Çend endamên Supaya Pasdaran a Îranê li navçeyeke sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gule berdane gencên Başûrê Kurdistanê ku xelkê Kelar in û gencekî jiyana xwe ji dest dan û 2 genc jî birîndar bûn.
A+A-
Qayimqamê Kelar Şehab Hacî Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku êvara roja Yekşemê (07.04.2018) li navçeya Şewal a nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, çend endamên supaya Pasdaran gule berdan sê gencên xelkê Kelar.
Di encamê de yek ji wan ciyana canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Gencê ku jiyana xwe ji dest daye, navê wî Biyako ye temenê wî 25 e, û kurê şehîd Îsmaîl e.
Qayimqamê Kelar behsa wê yekê jî kir, li gor axaftina kesûkarên wan, ew hersê genc ji bo nêçîrê çûbûn wê navçeyê û got jî, heta niha cenazyê gencê ku jiyana xwe ji dest daye, radestî kesûkarê wî nehatiye kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin