Partîya Paşeroj soza perwerdeya Kurdî dide?

Partîya Paşeroj soza perwerdeya Kurdî dide?

Nivîskarê Kurd Huseyin Sîyabend ku pêştir hevdîtin ligel Ahmet Davutoglu kirîye, dibêje Davutoglu berî damezrandina partîya xwe red dikir zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê bibe fermî.

A+A-

Haber Merkezi- Nivîskarê Kurd Huseyin Sîyabend ku pêştir hevdîtin ligel Ahmet Davutoglu kirîye, dibêje Davutoglu berî damezrandina partîya xwe red dikir zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê bibe fermî. Yek ji endamên desteya damezrîner a Partîya Paşerojê Bayram Zîlan jî derbarê mijarê de dibêje: “Min ne dîtîye ku Davutoglu li dijî pêşnîyara ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê derketîye.”

Serokwezîrê pêştir ê Tirkîyê û Serokê AK Partîyê yê berê Ahmet Davutoglu duh înê li Enqerê bi fermî damezrandina partîya xwe, Partîya Paşerojê ragihand.

Davutoglu dîyar kiribû, ku ew dê li Tirkîyê serdemeke nû ya sîyasî destpê bikin û gotibû, divê ew welatekî ava bikin, ku mirov bikaribin tê de bi awayekî serbilind bijîn.

Derbarê mijara perwerdewya bi Kurdî de wiha axivî bû: “Em li gel wê yekê ne ku mafê çandî û bawerîyê yê her pêkhateyekê bê piştevanîkirin. Di vê çarçoveyê de jî bikaranîna zimanê dayîkê di qadên perwerdehî û jîyanê de, wê piştevanîya me ya ji bo welat jî xurtir bike.”

Derbarê mijarê de Nivîskarê Kurd Huseyin Sîyabend ji Rûdawê re dîyar kir ku Davutoglu berî damezrandina partîya xwe red dikir zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê bibe fermî û wiha pê de çû: “Birêz Davutoglu dibêje bila perwerdeya bi zimanê dayîkê  bi hêvîya înîsîyatîfa şexsan ve bimîne. Jixwe di axavtina xwe ya damezrandina partîyê de got ku bikaranîna zimanê dayîkê di jîyana civakî de dê pêvajoya aîdîbûnê bihêztir bike. Di hevdîtinên xwe de li dijî Kurdî bibe zimanê fermî helwest nîşan dida û gelek zelal e ku di qada sîyasî de bersiva vê yekê nade. Eger li Tirkîyê mijara pêvajoya yasayîbûna perwerdeya bi zimanê dayîkê bi înîsîyatîfa şexsa ve bimîne, jixwe di asta herî bilind de TRT Kurdî dike ku tevî hêj zemînekê wê nîne, AK Partî weke dewlet herî baş dike. Wê demê wateya hebûna ji bo vê sedemê ya partîya Birêz Davutoglu çi ye?”

Huseyin Sîyabend amaje bi yekê kir ku ev helwesta nêzîkbûna Davutoglu bo civaka Kurd, dê zerarê bide peywendîyan û wiha got: “Ev dê di heman demê de PKKê jî bihêz bike. Herwiha yasayîbûna zimanê Kurdî, tê wateya şerê li dijî PKKê. Eger Birêz Davutoglu bixwaze bibe alîyeke alternatîv, divê ew bi zelalî bersiva wê yekêbide ku dixwaze çi bike. Ti wetaya vegera polîtikayên berê nîne. Jixwe ne li gor Partîya Paşerojê ye vegera polîtikayek pêştir. ”

Bayram Zîlan: Em piştgirîya Kurdî bibe zimanê perwerdeyê dikin

Yek ji endamên desteya damezrîner a Partîya Paşerojê Bayram Zîlan ji Rûdawê re derbarê mijarê de wiha axivî: “Weke tê gotin ku Birêz Davutoglu di hevdîtinan de li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derketîye, ez bixwe nebûme şahîdê wê yekê û min nebihîstî ye. Ev kesê ku ev yek îdia dike çima gotîyê jî ez nizanim. Herwiha ez nizanim li kuderê behs jî hate kirin.”

Bayram Zîlan dîyar kir ku wan mijara perwerdeya bi ziman, dayîkê nîqaş kirine û ti caran Ahmet Davutoglu li dijî wê derneketine û got: “Perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo herkesê weke sire dayîkê helal e, em wisa difikirin.”

Zîlan bi bîr xist ku Ahmet Davutoglu di axavtina xwe ya danesîna partîya xwe de behsa mijara perwerdeya bi zimananê dayîkê jî kir û got: “Em piştgirîya zimanê dayîkê yên Tirkên li dervey welat dijîn dikin. Em dibêjin divê Kurdên li nav Tirkîyê dijîn jî mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê hebe. Em dixwazin aştî û aramî pêk were û em li dijî her cihêkarîyê ne.”

Hereketa Azadî: Bila Tevgera Zimanê Kurdî were avakirin

Herwiha Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Fevzî Bulgan jî derbarê heman mijarê de ragihand ku dîyar e ti xêra Ahmet Davutoglu û Partîya Paşeroj dê ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî nebe û got: “Jixwe tiştek bi vî rengî ne li gor ‘kûrahîya stratejîk’ a wî ye. Ji bo Tevgera Zimanê Kurdî were avakirin. Divê zimanê Kurdî bi ber fermî û zimanê perwerdeyê û herwiha divê navên hatine guhertin jî vegerên li ser eslê xwe.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin