Partîya Davutoglu li dijî Demîrtaş derket

Partîya Davutoglu li dijî Demîrtaş derket

Berdevkê Partîya Paşeroj Selim Temurci derbarê rojevê de daxuyanî da û weke AK Partî û MHPê rexne li hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş kir û ew weke “serkirdeyê sexte” pênase kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Partîya Paşeroj Selim Temurci ragihand ku hinek alî dixwazin hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş weke “kevoka aştîyê” bide nîşandan û got: “Demîrtaş di heyama bûyerên 6-8 Cotmehê de guhdarîya hişyarî serokwezîrê wê serdemê Ahmet Davutoglu nekir û bo daketina kolanan banga welatîyên me kir. Navê kesê ku bûye sedema kuştina 53 welatîyên me; Selahatin Demîrtaş e.”

Berdevkê Partîya Paşeroj Selim Temurci derbarê rojevê de daxuyanî da û weke AK Partî û MHPê rexne li hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş kir û ew weke “serkirdeyê sexte” pênase kir.

Selim Temurci got: “Hinek kes û alî dixwazin Selahattin Demîrtaş weke kevoka aştîyê bidin nîşandan. Em naxwazin yek çirkeyê jî yek welatîyê Komara Tirkîyê bêtawan di girtîgehê de bimîne. Lê divê em bertekên xwe jî li hemberî afirandina serkirdeyekî sexte dîyar bikin. Em ji biryara darazî re dibêjin ser çavan. Ew birayê we, di dema kolandina xendekan de, alîkarîya hevalên xwe dikir ku mala welatîyên li wê derê dihat xirakirin. Em baş dizanin, ew li wê derê ketin çi rewşê. Divê em baş bînî bîra xwe Demîrtaş kî ye. Ew kese ku digot em dê peykerê Ocalan danîn. Wî digot PKK ne rêxistineke terorî ye. Çawa dibe em van ji bîr bikîn.”

Temurci herwiha Demîrtaş weke berpirsîyarê bûyerên 6-8 Cotmeha 2014an ku 53 welatîyan di heyamê de canê xwe ji dest dabûn, nîşan da û wiha pê de çû: “Demîrtaş digot Qendîl navenda aştîyê ye. Demîrtaş di heyama bûyerên 6-8 Cotmehê de guhdarîya hişyarî serokwezîrê wê serdemê Ahmet Davutoglu nekir û bo daketina kolanan banga welatîyên me kir. Navê kesê ku bûye sedema kuştina 53 welatîyên me Selahatin Demîrtaş e. Divê em vê yekê bînî bîran wan kesan, ku ew dixwazin Demirtaş derxin pêş.”

 

Zîya Pîr bersiva partîya Davutoglu da

 Parlamenterê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Zîya Pîr bersiva daxuyanîya Berdevkê Partîya Paşerojê a li dijî hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş da û got: “Min pêştir gotî bû ti hêvîyeke demoktratîk ji Partîya Paşerojê nekin. Nayê hêvîkirin! Di demeke nêzîk de, eger bibe beşeke tîfaqa faşîst, şaş nebin!”

Parlamenterê berê yê HDP li Amedê Zîya Pîr li ser hesabê xwe yê twitterê bersîva Berdevkê Partîya Paşeroj Selim Temurci ku gotibû “Demîrtaş berpirsîyarê bûyerên 6-8ê Cotmehê ye” da.

Zîya Pîr dibêje: “Min gotî bû ti hêvîyeke demoktratîk ji Partîya Paşerojê nekin. Nayê hêvîkirin! Di demeke nêzîk de bibe beşeke tîfaqa faşîst şaş nebin! Rojekê teqez berdevkê Davutoglu dê ji ber gotina xwe ya ‘HDP a ku xendek kolandîye’ xemgîn bibe. Berî ku bêedebîtîyek wiha bike bila derbarê vê heyama de ligel serokê xwe yê giştî biaxive. E. Mahçupyan duh xwest hinek tiştan îma bike, lê tiştên em jî dizanîn hene. Ew dê yek bi yek derbikeve pêş berî wan.”

Pîr herwiha amaje kir ku hinek tişt hene ew jî dizanin lê ji bo zerar negihêje pêvajoyê ew dîyar nakin û got: “Rojek dê were dîsa maseyê aştîyê were danîn û ji bo zerar negihêje wê pêvajoyê, em behsa hinek hevdîtinên ligel dewletê û tiştên em dizanin nakin. Soza me ya aştîya ji bo gelê Kurd û Tirk heye. Eger Davutoglu mirovekî dewletê ye, bila berdevekê xwe derbarê E. Ala (wezîrê navxwe yê heyamê Efkan Ala) agahdar bike.”

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin