Parlementerekî Iraqê: Dûmahîka vê hefteyê navê serokwezîrê nû tê ragihandin

Parlementerekî Iraqê: Dûmahîka vê hefteyê navê serokwezîrê nû tê ragihandin

Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, çar kes bo posta serokwezîrtîya Iraqê bûne kandîd û dê serokwezîrê nû dûmahîka vê hefteyê were destnîşankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamekî parlementoya Iraqê bi navê Mihemed Beldawî ji rojnameya fermî ya Iraqê, Sebah, re gotîye, piştî ku parlementoyê îstifaya Adil Ebdulmehdî qebûl kir gelek kesan xwe bo wergirtina posta serokwezîrtîyê dan pêş lê di nav wan de tenê çar kes wek kandîd hatin veqetandin.

Mihemed Beldawî, bêyî ku navê wan kandîdan eşkere bike, gotîye, di dûmahîka vê hefteyê de navê wî kesê ku dê bibe serokwezîrê nû yê Iraqê, tê ragihandin.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin