Parlamentoya Tirkîyê îro li ser şandina leşkeran bo Lîbyayê biryar dide

Parlamentoya Tirkîyê îro li ser şandina leşkeran bo Lîbyayê biryar dide

Îro parlamentoya Tirkîyê li ser daxwaza serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan, şandina hêzên leşkerî bo Lîbyayê gotûbêj dike û biryarê li ser dide.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Krîza Lîbyayê kûrtir dibe û Tirkîye jî niha ji her demê aşkeretir destwerdanê di rewşa wî welatî de dike. Îro têkildarî şandina hêzên leşkerî ji bo piştgirîya hikûmeta Terablusê a bi serokatîya Fayiz Serrac ve ku ji alîyê Netewên Yekgirtî ve wek hikûmeta fermî ya Lîbyayê tê naskirin, parlamentoya Tirkîyê dicive.

Eger parlamentoya Tirkîyê şandina hêzan bo Lîbyayê pesend bike, leşkerên Tirkîyê dê li Lîbyayê di nav rêzên Hikûmeta Wîfaq a Niştimanî de şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatîya General Xelîfe Hefter bike.

Di rojên bihorî de, hinek ji berpirsên hikûmeta Tirkîyê û AK Partîyê li derîyên hinek partîyan dabûn, ji bo ku ew jî bêne ser wê nerînê, ku çima pêwîst e Tirkîye beşdarîyê di wê operasyona dûr ji welatê xwe de, bike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan daxwaz ji parlamantoya welatê xwe  kirîye ku mijara şandina hêzên artêşa Tirkîyê bo piştgirîya hikûmeta li Terablusê gotûbêj bike. Erdogan di nameyekê de ku ji parlamentoyê re şandîye, amaje bi wê yekê kirîye ku hikûmeta Lîbyayê ya li Terablusê “ji bo şerê li dijî DAIŞê, grûpên çekdar ên li derveyî yasayê û bazirganên mirovan, û herwiha ji bo parastina yekparçeyî û aramîya Lîbyayê” daxwaza alîkarîyê ji Tirkîyê kirîye û tekez kirîye, “em amade ne li gorî rêkeftina ewlekarîya stratejîk a leşkerî ku hatîye îmzekirin, alîkaîya wan bikin.”

Bo gotûbêjkirina vê daxwazîyê parlamantoya Tirkîyê îro civîneke awarte saz dike. 

Wezîrê Derve yê Tirkîyê, Mevlut Çavuşoglu derbarê mijara Lîbyayê de ragihandîye: “Di mijara Lîbyayê de, me nirxandineke giştî kir. Birêz serokê CHPê û hevalên wî çend pirsên wan hebûn, ku me bersiva wan daye. Me yekser zanyarî dane Partîya Gel a Komarî. Bê guman, di mijara reşnivîsê de, biryar li cem Partîya Gel a Komarî ye, lê me danûstandin ji bo wê yekê kir, ku welatê me rûbirûyî çi gefan bûye û me sedema pêwîstîya xwe bi wê reşnivîsê ji bo wan zelalkirîyê.”

Di meha 4 a sala 2019 de, rewşa Lîbyayê aloztir bû, ew jî  di demekê de ku hêzên Xelîfe Hefter dest bi êrîşên berfireh li ser Terablusa paytext kirin, ku li jêr desthilata Serrac e.

Enqere piştgirîya hikûmeta Terablusê dike û soz daye Serrac, ku dê ji bo piştgirîya wan hêzên xwe yên leşkerî bişîne Lîbyayê.

Recep Tayyib Erdogan, dawîya 2019an, ragihandibû: “Derbarê beşdarbûna hêzên leşkerî yên Tirkîyê li Lîbyayê, Tirkîye bangehêştnameya Hikûmeta Danpêdayî ya Lîbyayê dipejirîne û hikûmet amade ye wê yekê qebûl bike.”

Erdogan herwiha gotibû:“Eger Lîbya daxwazeke bi vî awayî ji me bike, di rewşeke wiha de, em dikarin, li gorî pêwsît, hêzên xwe yên leşkerî bişînin, bi taybetî piştî îmzekirina rêkeftina ewlehîya serbazî.”

Li gorî reşnivîsa projeyasayê, Tirkîye di navbera 150 heta 200 leşkerî dişîne Lîbyayê ji bo rahênana leşkerên hikûmeta Serrac, lê Hikûmeta Danpêdayî ya Lîbyayê li benda alîkarîyên bêhtir ji Tirkîyê ye, ji wan jî şandina hêzên deryayî ji bo parastina Terablusê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin