Parlamentoya Iraqê kabîneya Mistefa Kazimî pesend kir

Parlamentoya Iraqê kabîneya Mistefa Kazimî pesend kir

Li parlamentoya Iraqê dengdan li ser kabîneya Mistefa Kazimî birêve çû û di encamê de bawerî bi 15 wezîran hat dayîn, 5 hatin redkirin û 2 jî hatin paşxistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li parlamentoya Iraqê dengdan li ser kabîneya Mistefa Kazimî ku bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatibû raspardin, birêve çû.

Di encama dengdanê de bawerî bi 15 wezîran hat dayîn, 5 wezar hatin redkirin û dengdana li ser wezaretên derve û petrolê jî hat paşxistin.

Helkewt Ezîz, Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê, ragihand ku 255 parlamenter di dengdanê de amade bûn ku parlamentoya Iraqê ji 329 kursîyan pêk tê.

Ew wezîrên ku di encama dengdanê de hatine pesendkirin;

Nebîl Ebdulsahîb, Wezîrê Xwendina Bilind

Nazenîn Mihemed Wisû, Wezîra Avedankirin, Nîştecihkirin û Bajarvanîyê

Cume Înad, Wezîrê Berevanîyê

Usman Xanmî, Wezîrê Navxwe

Elî Ellawî, Wezîrê Darayî

Xalid Necîm, Wezîrê Plandananê

Hesen Mihemed, Wezîrê Tendirustî

Macid Mehdî, Wezîrê Karebayê

Ednan Dircal, Wezîrê Werziş û Lawan

Nasir Hisên, Wezîrê Gihandinê

Menhel Ezîz, Wezîrê Pîşesazî

Mehdî Reşîd, Wezîrê Çavkanîyên Avî

Erkan Şehab, Wezîrê Peywendîyan

Adil Haşûş, Wezîrê Kar

Elî Hemîd, Wezîrê Perwerdehîyê

Ew wezîrên ku hatin redkirin;

Elî Newar Nesîf, berbijêr bo wezîrê bazirganîyê

Haşim Salih, berbijêr bo wezîrê rewşenbîrî

Elî Îsmaîl, berbijêr bo wezîrê kiştukal

Hîkmet Nasir, berbijêr bo Wezîrê Koç û Koçberan

Ebdulrehman Mistefa Fetah, berbijêr bo wezîrê dadê

Dengdana li ser wezîrên navxwe û petrolê jî hat paşxistin.

Serok Barzanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir

Serok Barzanî li ser twîttera xwe ragihand ku bi telefonê bi serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî re peyivîye û pîrozbahî lê kirîye.

Serok Barzanî daye zanîn ku serkeftin ji Kazimî re xwastîye û gotîye ku ew hêvîdar in di pêşxistina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re û çareserkirina wan arîşeyên mezin yên di navbera her du alîyan de, serkeftî be.

Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdarim Kazimî bikare mafên destûrî yên Kurdistanê vegerîne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî kir, ku kabîneya wî ji alîyê parlamentoyê ve hatie pesendkirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ku bi herdu zimanên Kurdî û Erebî belav kirîye, pîrozbahîyê li Mistefa Kazimî dike, ku kabîneya wî hatîye pesendkirin û hêvîya serkevtinê jê re dixwaze.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kirîye û ragihandîye: Hêvîdar im hikûmeta wî bikare aramî, îstiqrar, ximzetguzarî û pêşkevtinê bo welat û maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê vegerîne.

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin ji nêzîk ve li gel Kazimî kar bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peywendîyeke telefonî de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû kir û ragihand, destbikarbûna Kazimî di demeke giring de ye ji bo Kurdistanê û Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandîye, ku ew bi rêya peywendîyeke telefonî li gel Serokwezîrê iraqê yê nû Mistefa Kazimî axivîye û pîrozbahî lê kirîye.

Mesrûr Barzanî di twîtta xwe de herwiha ragihandîye, “destbikarbûna Kazimî di demeke giring de ye hem bo Kurdistanê û hem jî bo Iraqê, ku em bi hev re rûbirûyê astengên hevbeş bûne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dîyar jî kirîye, ew dixwazin “ji nêzîk ve li gel Kazimî û kabîneya wî kar bikin.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin