Parlamentoya Ewropayê raporta derbarê Tirkiyê de pesend kir   

Parlamentoya Ewropayê raporta derbarê Tirkiyê de pesend kir  

.

A+A-

Parlamentoya Ewropayê (YE) rapora sekinandina gotûbêjên endamtiyaTirkiyê bo Yekitiya Ewropayê pesend kir. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryara parlamentoyê nîşan da.

Parlamentoya Ewropa, raporta di derbarê sekinandina gotûbêjên endamtiya Tirkiyê bo Yekitiya Ewropayê pesend kir.

Raporta ku ji aliyê parlamenterê Îspanî yê parlamentoya YEyê Nacho Sanchez Amor ve hatibû amade kirin, bi hejmarek zêde ya dengan hate pesend kirin. Di dengdana raporê de 480 dengdêran got “erê”, 64 dengdêran got “na” û 150 dengdêr jî bêbiryar mane.

Di  raporê  de têkildarî mafên bingehîn, demokrasî û mafên mirovan de rexneyên tund li Tirkiyê hatin kirin û tê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji nirxên Yekitiya Ewropayê dûrketiye û têra xwe giringiyê nade Pirsa Kurd.

Di beşa pêşniyaran ya raporê de hate diyarkirin ku rêveberiya   Tirkiyê li beramber her cureyên çalakiyên aşitiyane yên Kurd û Elewiyan bi awayek sîstematîk guvaşê dike.

Her di wê raporê de hate diyarkirin ku pêwîst e doza Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi ku 3 polîs ji ber tên darizandin, bi awayek bê alî bê dîtin û tawanbar bên cezakirin.       

Herî dawî di raporê amaje bi erişên tevgera nijadperest ya Tirkan ku weke “Gurên Boz” tên navbirin yên li dijî Kurd, Elewî û Yunaniyan hat kirin û hate xwestin ku ev tevger li lîsteya rêxistinên terorî bê zêdekirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryarê nîşan da û  got “Di serdemeke ku hewlên başkirina peywendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropa dihatin dayîn de, qebûlkirina biryara pêşniyarê ya  Perlamentoya Ewropa ya ji rastiyan dûr, ne pêkan e.” 
(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin