Parlamentera Alman: Divê Almanya îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve lêkolîn bike

Parlamentera Alman: Divê Almanya îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve lêkolîn bike

.

A+A-

Endama Parlmentoya Almanyayê û berdevka fraksiyona polîtîkayên navxweyî ya Çepan (DIE LINKE) Ulla Jelpke ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê li dijê gêrîlayên PKK pêşniyazpirsek da Parlamentoya Federal ya Almanyayê û dibêje divê Hikûmeta Federal îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyê ve lêkolîn bike.

Ulla Jelpke di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de got “Li gorî nûçeyan, arteşa Tirk di êrîşa xwe ya leşkerî ya li herêma Kurdistanê de, ku di 24ê Nîsanê de dest pê kir, li dijî gerîlayan zêdetirî deh caran çekên kîmyewî bikar anî. Wêne û dîmenên ku ji hêla leşkeran ve hatine kişandin û li ser Twitter hatine belav kirin, gumana bikaranîna çekên wiha yên ji aliyê navneteweyî ve hatine qedexekirin piştrast dikin.”

Jelpke rexne li hikûmeta Almanyayê dike û amaje bi wê yekê dike ku Hikûmeta Almanyayê bêpiştraskirin Sûriyeyê ji ber bikaranîna gaza jehrî tawanbar dike lê li hember hevkarê xwe yê NATOyê ji ber bikaranîna çekên wiha, xwe li pişt agahiya wan ji tişteke wisa tuneye diveşêre.

Berdevka fraksiyona polîtîkayên navxweyî ya Çepan tekez kir û got “Ji dêvla ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêma Kurdistanê bi dilsoziya kor a tifaqê veşêrin, divê hukûmeta Alman her tiştî bike ku van tawanan lêkolîn bike."

Ulla Jelpke li ser bersiva hikumeta Almanyayê ya li ser pirsa xwe ya nivîskî ya derbarê êrişa leşkerê Tirk li ser herêma Kurdistanê û bi gumana karanîna çekên kîmyayî ji alîyê arteşa Tirk ve wiha şirove dike. "Hikûmeta federal diyar dike ku rewşa Bakurê Iraqê 'bi rêkûpêk dibe mijara nîqaşên di navbera hikûmeta federal û hemî aktorên tê de ku nûnerên hikumeta Tirkîyê jî di nav de.' Yek ji aktorên ku tevlî vî şerî dibe bêguman gerîlayên Kurd in, ku êrişa Tirkiyê bi fermî li dijî wan tê meşandin. Lêbelê, li hember ofîsa min, berdevkê rêxistina Koma Civakên Kurdistanê KCK, ku PKK û gerîlayên wê tê de ne, eşkere kir ku di vê demê de di navbera hikûmeta federal û KCK an gerîlayan de têkiliyek çênebûye. Li şûna ku derewan belav bike, divê hikûmeta federal bi rastî bi hemî aktorên têkildar re, li gel PKKê, li axaftinan bigere. Ji ber ku tenê diyalogek bi hemî hêzên herêmî re dikare bibe sedema xerabkirina rewşa Kurdistanê, ya ku bi bombebarana kampa penaberan a Neteweyên Yekbûyî Mexmûrê li bakurê Iraqê ji aliyê hêza esmanî ya Tirkiyê ve di dawiya hefteyê de girantir bû. Lê mixabin hikûmeta Almanya li hember vî sûcê şer ji hêla hevkarê xweyê NATO ve bêdeng e."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin