
Parêzgarê nû yê Hewlêrê, Umêd Xoşnav sûnd xwar
.
A+A-
Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav sûnd xwar û bi fermî dest bi kar bû.
Qasekî beriya niha, parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav li pêşberî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sûnd xwar û fermana wî ya parêzgariyê jî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat îmzekirin.
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Umêd Xoşnav kir û daxwaz kir bibe parêzgarê tevahiya xelkê parêzgeha Hewlêrê.
Di merasima sûndxwarinê de wezîrê navxwe Rêber Ehmed jî amade bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin