Parêzerê malbata Kurd: Me gelek caran hişyarî da

Parêzerê malbata Kurd: Me gelek caran hişyarî da

.

A+A-

Parêzerê wê malbata Kurd a li Konyayê ku îro hat kuştin peyamek belav kir û ragihand, “Nemerdan muwekîlên min qetil kirin, me gelek caran hişyarî dabû.”

Parêzerê malbata Kurd Abdurrahman Karabulut li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Parêzerê malbata Dedeogullari di peyama xwe de got, “Nemerdan muwekilên min qetilkirin, me gelek caran hişyarî dabû. 3 jê jin, 7 kes kuştin.”

Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.

Bûyer demjimêr 18.30 li navçeya Meram a ser bi parêzgeha Konyayê ve qewimî û li gor zanyariyan grûpeke nenas bi çekan êriş birin ser malbateke Kurd a li gundê Hasankoy.

Li gor zanyariyên destpêkê di encama wê êrişa çekdarî de 3 jê jin 7 kes ji malbata Kurd hatin kuştin. Ew mala rastî êrişê jî hat ji aliyê êrişkaran ve hat şewitandin.

Ew malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê ku 4 jê jin bûn, birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew malbata Kurd li wir bijî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li hejmara fermî ya Twitterê derbarê êrişa li ser malbata Kurd û şewatên li daristanên Tirkiyê peyamek belav kir û êrişa li ser malbata Kurd ku di encamê 7 kes ji malbatê hatin kuştin şermezar kir û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir.

Di peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Hizir û duayên me li gel malbatên qurbaniyan e. Divê berpirsên vê tawanê bên darizandin.”

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersê çûne Konya û ev dema 15 sal e li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin