Papayê Vatîkanê: Tevî êrîşan jî serdana Iraqê dikim

Papayê Vatîkanê: Tevî êrîşan jî serdana Iraqê dikim

.

A+A-

Biryar e Papayê Vatîkanê di roja Yekşemê 7ê Adarê serdana Hewlêrê bike. 

 Papayê Vatîkanê Papa Fransîs ku biryar e roja 5ê Adarê bi serdanekê bigihe Iraqê ragihand, tevî êrîşan jî dê serdana Iraqê bike.

Papa Fransîs di gotara xwe ya roja Çarşemê de got: "Roja înê bi rêdana xwedê ez ê biçim Iraqê."

Herwiha got jî: "Min xwast serdana mirovên ku demeke dirêj e gelek êş û azaran dikişînin bikim."

Ev di demekê de ye, îro danê sibê bi 10 mûşekan êrîş li binkeya leşkerî ya Eyn El-Esed li Enbarê hate kirin ku dora 2 hezar leşkerên Amerîkî lê bi cih dibin.

Ji ber êrîşê jî, kesekî ku bi girêbest bi Amerîkiyan re kar dike, bi celteya dil canê xwe ji dest da.

Biryar e Papayê Vatîkanê di roja Yekşemê 7ê Adarê serdana Hewlêrê bike û ji aliyê berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê ve bê pêşwazîkirin. Bi vê boneyê jî, Papa li yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê bi amadebûna 10 hezar kesan nimêjeke ayînî bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin