Papa Francis, daxwaza aştîyê bo Iraq û Sûrîyê kir

Papa Francis, daxwaza aştîyê bo Iraq û Sûrîyê kir

Papa Francis, do roja dayikbûna Mesîh Îsa de îro li Qada St. Peter ji deh hezaran bawermendan re peyîvî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Papa di Gotara Krîstmisê de bang li bawermendan kir ku jibo dawîkirina newekhevî û şerên li cîhanê "ronahîya Îsa" hembêz bikin.

Papa di gotara xwe da got: "Di hindurê dilên mirovan de tarîtî heye, lê ronîya Îsa ji hemîyan mezintir e. Tarîbûn di nav kesan de, malbatan de û peywendîyên civakî de heye, lê ronîya Îsa ji gîşkan hêzdar e. Di şerên ekonomîk, jeopolîtîk û ekolojîk de tarîbûn heye, lê ji wan hemîyan xurtir, ronahîya Îsa ye.”

Papa di peyama "Urbi et Orbi" ya salane de jibo kesên ku bûne qurbanîyên şer, bêîstiqrarî, malwêranîyên xwezayî, nexweşî û dijwarîyên din dûa kir.

Herwiha Papa qala rewşa xelkê li Sûrîyê, Lubnan, Iraq, Venezuela û Ukrayna kir û banga aştî û aramî li wan welatan kir.

Papa Francis herwiha bal kişand ser rewşa mesîhîyên li Burkîna Faso, Malî, Nîjer û Nîjerya ku jiber ola xwe dibin armanca êrîşan.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin